Gelê Westanê dawî li şermê tîne

Li Westanê ku ev 15 sal in bi her cure nokerên AKP'ê re hevdûr dibe, xwe hazir dike ku dawî li vê şermê bîne.

Gelê Westanê ya Wanê, ku ev 15 sal in AKP liser rêveberiyê ye xwe hazir dike ku 31'ê Adarê dawî li vê rewşa kambax bîne. Gel li dora namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê Melek Arapoglu û Veysî Şeker dicive.

AKP ev 15 sa lin li Westanê, bi darê zorê, bi dek û dolaban dest li ser rêveberiya şaredariyê datîne. Gelê Wesatê vê carê biryardar e ku dawî li vê zor û zordarî, dek û dolaba AKP'ê bîne û rêveberiya gel bîne ser şaredariya Westanê.

EV 15 SAL IN ME JI BER AKP'Ê DAYE QAQA REŞ

Reşat Îbalî ku ev 20 sal in li Westanê ya Wane esnafî dikir û neçar ma dikana xwe bigire, got, ''Van salên daî rewşa me pir xirab bû. Ji bêgavî min dikan girt. Abroî pir xirab e û ez ê jî bidim HDP'ê. Westa van 15 salan ji ber AKP'ê daye qaqa reş. Ji bo ku dawî li vê bînim ez ê bidim HDP'ê.''

ÊDÎ NIKARIM KIREYA XWE BDIIM

Mahmût Beyazit ku ev 30 sal in esnafiyê dike û nema dikare heqê kirê û elektrîkê jî nikare bide, got, ''Em di rewşeke wiha de hilbijartinê dikin. Her hilbijartin hêviyeke nû ye. Em bi nanoziko dixebitin. Îsal em di bin deynan de man. Em bawer dikin di hilbijartinê de li Wesatê wê guherînek bibe û gel bi ser bikeve''

'DILÊ ME LI SER HDP'Ê YE'

Esnaf Hakki Nuk jî got, ''Li Westanê dilê me li ser namzetê HDP'ê ye. Milet of bûye, dixwaze dawî li vê rewşa kambax bîne. Em dixwazin HDP bi ser bikeve. Ev 15 sal in çi kirine ku ji niha û pê de wê çi bikin? Êdî bes e. Em guherînê dixwazin. Ji bo mizgeftê pereyan dixwazin, em pera didin û bi pereyên ku em didin li mizgeftê BÎM'ê vedikin.''

WÊ BIBE ŞAREDARIYA GEL

Yek ji endamê Hevşaredariyê yê HDP'ê Veysî Şeker got ew ê bibin şaredariya gel. Şeker got, ''Di pêvajoyên biryardayinê de wê meyla gel bi esasî were dîtin. Felsefeya me ev e, em ê şaredariya gel ava bikin. Di civînên îhale û meclîsan de em ê zelal bin.''

TENÊ JINEKE XEBATKAR HEYE

Namzeta Hevşaredariyê Melek Arapoglu jî got, ''Jin li navçeyê wê tevlî pêvajoya aborî, sosyal, civakî bibin. Em ê bi kooperatîf, komun û bazraan keda jinê bêhtir bidin pêş. Bifikirin niha li şaredariyê tenê personele jin heye.  Di nav 100 personelî de tenê jinek, mirov diêşîne. Feraq HDP'ê li vir dertê holê. Em ê jiyaneke bi navenda jinê ava bikin.''