Gelê Wanê ji bo parastina zimanê Kurdî meş li dar xist

Li Wanê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meş hat lidarxistin û êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li ser zimanê Kurdî hatin protestokirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHA-DER), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Hunera Kurdî ya Arsîsa, Atolyeya Hunerê ya Aryenê û Şanoya Mencel bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan çapemeniyê û meş li dar xistin.

Daxuyanî li Kolana Hunerê hat dayîn. Aktîvîsta TJA’yê Şehrîban Elsayar metna daxuyaniyê xwend.

Metna daxuyaniyê wiha ye:

“90 sal beriya niha 15'ê Gulana 1932'yan, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê Kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî dest bi weşanê kir.

Di hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsandin. ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide naskirin. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin‘ Ev banga hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê, di heman demê de hawar û gaziya avakirina bingeha Zimanê Kurdî bû. Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyandin û mayînde bibe, gelê Kurd di sala 2007'an de 15'ê Gulanê 'Cejna Zimanê Kurdî' îlan kiriye û her sal vê Cejnê bi ruhekî neteweyî pîroz dike.

ÎNKAR DIDOME

Êm ê îsal jî vê cejnê bi heman ruh, helwest, coş û  kelecanê pîroz bikin. Em dizanin! pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pêkûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî tên meşandin in. Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî, ji avabûna komara Tirkiyêyê heta vê demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê Kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome. 

Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de, pewîste zagonên bingehînên ku li pêşiya azadiya zimanê Kurdî astengin, bên sererastkirin, zimanê Kurdî, bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî. Di peymana Mafê Mirovan a Gerdûnî, xala 26'an, benda 3'yemîn de hatiye diyarkirin ku ‘biryara hilbijartin û şêwaza perwerdehiya zarokan, mafê hemû dayik û baban ê bingehin e’.

Her wiha mafê dayik û bavên Kurd jî heye ku şêwaza perwerdehiya zaroken xwe hilbijêrin û diyar bikin. Di sedsala 21'êmîn de, hin jî li ser bi milyonan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, Tirkîtî li ser zarokên Kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên Kurd ji çand û zimanê xwe qutbûyi û bi zimanê Tirkî tên perwerdekirin.

ZIMAN, STÛNA BINGEHÎN A NETEWEYAN E

Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Bi vî awayî dewleta Tirkiyeyê bi awayekî vekirî peymanên navneteweyî yên di derbarê mafê ‘Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê‘ de binpê dike û ev 99 sal in, li hemberî gelê Kurd, di kesayetiya gelê Kurd de sûcê li dijî mirovahiyê dike. 20 salên dawî jî ev sûc bi destê hikûmeta AKP'ê tê kirin, niha jî heman sûc bi hevkariya AKP-MHP'ê pêk tê. Li Tirkiyeyê ji 70 hezaran zêdetir dibistan, ji milyonekê zêdetir mamosteyên ku bi zimanê Tirkî perwerdehîyê didin hene, yek dibisteneke ku ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî hatiye avakirin û bi Kurdî perwerdehî têde tê dayin tuneye. Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname.

Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê jî xurtkirin û mayindekirina vê stûnê ye. Ji ber vê jî, gelê Kurd, bi lîstikên AKP-MHP'ê yên xapînok ên weke; "bila Kurd bi qursan, dersên hilbijarî û dibistanên taybet zimanê xwe fêr bibe qebûl nake. Ev lîstik û pêkanînên AKP-MHP'ê, bi awayekî girantir berdewamiya bişaftinê ne. Gelê Kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname ku hêmanên statuya siyasî ya gelê Kurd in, tu car qebûl neke. Çawa ku zarokên Tirk li vî welatî bi awayekî azad ji hemû maf û azadiyan sûd werdigirin, pewiste zarokên Kurd û hemû zarokên li vî welatî dijîn jî, bi awayekî wekhev, di serî de Mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Dayîkê, ji hemû maf û azadiyan sûd werbigirin.

EM HER DERÊ BIKIN BI KURDÎ

Heta ku ev daxwazên gelê Kurd pêk werin, dê gelê Kurd vê têkoşina xwe ya mafdar û rewa bi biryardarî bidomîne. Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku ji heft, heta heftê salî, bi ruhê neteweyî li çand, ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanan, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û hemû qadên jiyanê,

Bi Kurdî biaxivin! Bi Kurdî bixwînin! Bi Kurdî binivîsin! Bi Kurdî bijîn! 

Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Bêziman jiyan nabe. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”

Piştî daxuyaniyê bi sedan kes bi berzkirina dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bêziman jiyan nabe” û stranên kurdî ji Kolana Hunerê heta avahiya HDP’a Wanê meşiyan. Girseyê li ber avahiya HDP’ê stranan got û govend gerand.