Gelê Silêmanî ji bo Efrînê rabû ser piyan

Gelê Silêmanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê rabû ser piyan û dakete qadan.

Gelê Silêmanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ku bi destûra Rûsyayê êrîşî Efrînê kir, dakete qadan.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), Komeleya Gencanî Welatparêz û Eniya Demokrasiyê ya Gel li kolana Saholeke ya Silêmanî pêk hat.

Meş wê heta Baxê Giştî dewam bike û piştre li vir daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin. Nûnertiya PYD'ê ya li Başûrê Kurdistanê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojava li gel bi hezaran kesî tevlî çalakiyê bûne. Gel hê jî ber bi Kolana Saholeke ve diherike.

Girseya gel dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Efrîn wê li ber xwe bide, Efrîn wê bi ser bikeve", "Ciwanên Başûr amade ne biçin Efrînê", "Efrîn dilê Kurdistanê ye", "Başûr, Bakur, Rojhilat; Efrîn bûka welat" û "Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî hemû Kurdan e" diqîre.

Şêniyên Silêmanî hê jî ber bi qada çalakiyê ve diçin.