BI DÎMEN

Gelê Qendîlê: Divê em bibin yek!

Gelê Qendîlê ji bo salvegera komkujiya Helepçe axivî û gotin, 16’ê Adarê li nav Kurdan roja reşgirêdanê ye, ji bo komkujiyên pêkan divê Kurd yek bin.

Mele Hesen: ‘’Ez komkujiya Helepçe şermezar dikim. Ji xeynî dijminê Kurdan kêfa kesekî bi kuştina Kurdan nayê. Kurd divê li dijî dewleta Tirk bibin yek. Heke dijmin bi ser Qendîlê de bigire dîsa Kurd wê ji vê ziyanê bibînin. Dîsa dibêjim, divê Kurd bibin yek.’’

Rehmet Hemed: ‘’Ez wê roja reş şermezar dikim. Hêvî dikim ku li çar parçeyan yekîtî çêbibe. Ez naxwazim ku di nav Kurdan de dîsa şer çêbibe. Kî bixwaze di nav Kurdan de şer derxîne em ê li dijî wan rawestin.’’

Sîpan: “16’ê Adarê reşgirêdan e. Ez şermezar dikim. Hêvî dikim ku careke dî dubare nebe. Dîrokê nîşan daye ku di şer de herî pir Tirk kêfxweş in. Dewleta Tirk heta niha çi kiribe jî rêyeke ku Kurdan tine bike nedîtiye. Li dijî destên dijî Kurdan divê Kurd bibin yek.’’

Ciwanekî Qendîlê yê welatparêz: ‘’ Tê dîtin, dijminên Kurdan ji serkeftinên Kurdan ne kêfxweş in. Ji bo vê jî hemû hesabê xwe li ser wê dikin ku di nav Kurdan de şerê navxweyî derxînin. Lê Kurd şerekî navxweyî naxwazin. Hin Kurd dixwazin vê bikin lê rasteqîniya Kurdan li dijî vê ye.’’