Gelê Kurdistanê cenazeyê Mam Celal veşartin

Cenazeyê Celal Talebanî yê ku 70 sal temenê xwe da doza Kurd û di nava Kurdan de weke Mam Celal tê naskiri, bi beşdariya sed hezaran kes bi merasîmeke heyebet ve hate veşartin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî ku sala 1933’an li Koyê hatiye dinê û di temenê xwe yê 13 salî de li Başûrê Kurdistanê kete nava siyasetê û piştî 70 salên bê navber ên têkoşînê, di 3’yê Cotmehê de li paytext Berlîn a Elmanyayê jiyana xwe ji destdayî, li Silêmaniyê bi beşdariya sed hezar kesan bi merasîmeke heybet ve hate veşartin.

JI BO MAM CELAL MERASÎMA FERMÎ

Gelê Kurd vê sibehê ‘Mam Celal’ ji paytext Berlîn a Elmanyayê ber bi Silêmaniyê ve bi rê kirin. Balafira ku cenazeyê Mam Celal li nav, di saet 11:00’an de piştî ku gihişte Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê û şûnde li balafirgehê merasîmeke fermî hate lidarxistin. Di merasîma leşkerî ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Silmêmaniyê hate lidarxistin de, 21 top hatin avêtin, sirûda Iraqê û sirûda netewî ya Kurd ‘Ey Raqîb’ hate xwendin.

JI GELEK DEVERÊN CÎHANÊ SIYASETMEDAR BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛN

Ji çar parçeyên Kurdistanê, rojhilata Navîn û welatên cuda yên cîhanê çi akademîsyen, siyasetemedar, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîma Mam Celal bûn. Serokkomarê Iraqê Fûat Mahsûm, Serokê Parlemtoya Iraqê Selîm Cibûrî, Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî El Malikî, Ji Serokwezîrên berê yê Iraqê Îyad Allavî, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zafîr, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Jan Kûbîs û Sefîrê Iraqê yê DYA’yê Daûglas Sillîman, gelek nûnerên ji welatên mîna Îtalya, Siûdî Erebîstan û Ûrdûnê tevlî merasîmê bibûn.

SIYASETMEDARÊN KURD DI HIZÛRA MAM CELAL DE BÛN

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Rojava Serokê Meclîsa Rêveberiya Kantona KobNê Enwer Mûslim, Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nûnerên Rojhilatê Kurdistanê û gelek siyasetmedarên din tevlî merasîma veşartina cenazeyê bûn.

KURDISTANÎ HATIBÛN JI BO VEŞARTINA CENAZEYÊ MAM CELAL

Li aliyê din ji parçeyên Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr yên Kurdistanê gelek welatî ji bo tevlî merasîma cenaze bibin, hatibûn Silêmaniyê. Dîsa ji hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn.

MAM CELAL BI QURNEFÎLAN HATE OXIRKIRIN

Li balafirgehê kesên ku beşdarî merasîma fermî bibûn, qurnefîl û çelenk danîn li ser darbesta Mam Celal. Piştre cenaze ji bo wacibên olî ber bi Mizgefta Mezin a Silêmaniyê ve hate birêkirin. Bi sed hezaran kesên ji çar parçeyên Kurdistanê li ser cadeyên bajêr herîkin guzergeha cenaze. Karwanê Cenaze rêya ku bi wesayîtê 20 deqîqan ji ber qerebalixek mezin 3 seat û nîvan gihişt mizgeftê. Di rê de bê navber welatiyên darbesta Mam Celal bi qurnefîlan xemiland.

BI SEDHEZARAN KES HERIKÎN

Bi sed hezaran Kurdistanî ji seatên sibê ve, bi çilên reş û alên reş li balafirgeh, Mizgefta Mezin a Silêmaniyê, Cadeya 60’î û Debaşanê kombûn. Cenaze piştî li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê ji bo veşartinê ber bi girê Dabeşan a ku mala Mam Celal lêye hate birêxistin. Karwanê cenaze ji ber qerebalixiyekî mezin di 2 seatan de gihişt Debaşanê.

CENAZEYÊ MAM CELAL HATE VEŞARTİN

Cenazeyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK)’ê Celal Talebanî, Serokkomarê berê yê Iraqê û Mam Celalê gelê Kurd li Debaşanê hate veşartin.