Gelê Germiyan Newroz pîroz kir

Pîrozbahiya Newrozê li bajarên Başûrê Kurdistanê detspê kir. Îro piştî nîvro aktivîteyên Newrozê li bajarê Kerkûk, Germiyan û herêmên derdorî wê, bi beşdariya gelek mêhvanan hate pîrozkirin.

Li Seyrangeha Nasalih a bajarokê Kifrê ya Germiyan îro di saet 14:00'an de bi beşdarbûna hunermend, komên muzikê û gelek welatiyan pîrozbahiya Newrozê destpê kir.

Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir û piştre agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin.

Piştre jî Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê herêma Germiyan Hewrê Cebar axivî û got: "Em xêrhatina hemû kesên amadebûne dikin. Em Cejna Newrozê li malbatên şehîdan û hêzên li eniyên şer de ne, gerîla, şervan, pêşmergeyan û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin."

Cebar, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Newrozê û wiha got: "Cejna Newrozê girîngiya xwe heye. Cejna Newrozê ji bo me gelê Kurd, wateya şoreş û berxwedanê ye. Em bi çavê berxwedana Şehîd Mezlûm Dogan temaşeyî Newrozê bikin û girîngiyê wê bizanîn. Mezlûm Dogan li girtîgeha Amedê bi canê xwe Newroz pîroz kir. Niha li dijî gelê Kurd êrîşên berfireh pêk tên. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê dixwazin destkeftiyên bi xwîna şehîdan, qurbaniyên Enfal, kîmyebaranê hatine bidestxistin, ji holê rabikin."

Her wiha li ser navê Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) jî endama RJAK'ê Ciwan Celîl daxuyanî xwend û ev tişt got: "Em Newroza malbatên şehîdan, afirênerê jina azad Rêber Apo, têkoşerên jin û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Ji hemû demê zêdetir li dijî gelê Kurd û jinan, pîlanên qirêj û komkujî pêk tên. Her tim êrîş û siyaseta tinekirinê li ser tê kirin û jina Kurd herî zêde qûrbanî dide.

Di pîrozbahiyê de Koma Şehîd Karwan Kabar, Koma Govendê ya Şehîd Destîna, Koma Rojyar, hunermend Remazan Kerkûkî, hunermend Celal Faris û hunermend Hîwa Zahîd berhemên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê ve bi dawî bû.