Fîlmê 'Ji bo azadiyê' li welatên Ereb, Ewropa û Japonyayê tê nîşandan

Fîlmê 'Ji bo azadiyê' yê li ser berxwedana Sûrê, ku ji aliyê derhêner Ersîn Çelîk ve hatiye çêkirin, wê li welatên Ereb, Ewropa û Japonyayê bê nîşandan.

Nîşandana fîlmê "Ji bo azadiyê" (The end will be spectacular) li festîval û salonên sînemayê dewam dike.

Nîşandana fîlm, ku ji ber şewba vîrûsa koronayê hate rawestandin, bi meha Tebaxê re ji nû ve dest pê kir.

Tevî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ammanê (Amman ÎFF), fîlm wê li Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê were nîşandan. Her wiha fîlm wê li Japonya, gelek bajarên Swîsre û Elmanyayê jî bê nîşandan.

LI WELATÊN EREB, FÎLM WÊ DESTPÊKÊ LI AMMANÊ BÊ NÎŞANDAN

Li Amman ÎFF'ê, wê di beşa Fîlmên Navneteweyî yên ne Ereb de premiyera fîlmê 'Ji bo azadiyê' ya li welatên Ereb bi vê festîvalê dest pê bike. Fîlm wê bi jêrnivîsên Erebî û Îngilîzî bê nîşandan. Derhênerê fîlm Çelîk wê bi dîmen peyamekê ji festîvalê re bişîne.

LI FESTÎVALA FÎLMAN A LONDONÊ

Di çarçoveya Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê de ku ji ber şewbê îsal a 11'emîn bi onlîne tê lidarxistin, fîlmê 'Ji bo azadiyê' wê bê nîşandan. Nîşandana fîlm a li Îngilistanê wê di 5 û 6'ê Îlonê de li Londonê pêk were.

Her wiha wê mehên Îlon û Cotmehê jî li Îngilistanê bê nîşandan. Biletên fîlm ku wê li qadeke vekirî bê nîşandan, ji vê navnîşanê dikare bê peydakirin:

 https://www.eventbrite.com/e/the-end-will-be-spectacular-ji-bo-azadiye-uk-premier-tickets-116719670677

BI JÊRNIVÎSA JAPONÎ WÊ LI TOKYOYÊ BÊ NÎŞANDAN

Fîlm wê bi jêrnivîsa Japonî li Hûman Trûst Cînema Shîbûya hefteyekê bê nîşandan. Fîlm wê piştre li gelek bajarên Japonyayê bê nîşandan. Ji bo belavkirina li Japonyayê poster û traîlerê nû hate amadekirin.

NÎŞANDANA FÎLM LI ELMANYAYÊ DEWAM DIKE

Fîlmê ku galaya wê ya li Elmanyayê 13'ê Adarê li Berlînê pêk hat, piştî navberê dewam dike. Herî dawî li Attendornê bi du seansan hate nîşandan û bi baldarî hate pêşwazîkirin.

Fîlm wê mehên Tebax, Îlon û Cotmehê bi taybetî li bajarên Dortmûnd, Munchen û Dusseldorfê bê nîşandan. Nîşandana destpêkê ya li Dortmûndê wê 22'ê Tebaxê roja Şemiyê li Schaûbûrg Kîno be. Nîşandana duyemîn jî 29'ê Tebaxê wê li heman salonê be.

Fîlmê ku meha Tîrmehê li Swîsreyê hate nîşandan, meha Îlonê jî wê li Zurîch û Lozanê bê nîşandan. Li Baselê jî li ser daxwazê wê fîlm ji nû ve bê nîşandan.

Fîlm her wiha wê meha Îlonê li Rojava û kampa Mexmûrê jî bê nîşandan.

Bernameya nîşandana fîlm a ku zelal bûye wiha ye:

JAPONYA

TOKYO

Human Trust Cinema Shibuya (Subtitle Japony)

14-21.08.2020

For a week

URDUN

Amman International Film Festival (Official Selection)

The Arab Word Premiere

27.08.2020

20.00

https://aiff.jo/international-section/

ELMANYA

DORDMUND

Schauburg Kino

22.08.2020

29.08.2020

18.00 Uhr

Brücktasse 66, 44135 Dordmund

KASSEL

Bali Kinos

02.09.2020

16:00 Uhr

Rainer-Dierichs-Platz 1, 34117 Kassel

DUSSELDORF

Filmkunstkino Metropol

05.09.2020

06.09.2020

16:00

Brunnenstraße 20, 40223 Düsseldorf

MUNCHEN

Monopol Kino

07.09.2020

08.09.2020

20.00

Schleißheimer Str. 127, 80797 München

ESSEN

Astra Luna Theater (Teichstraße 2)

09.09.2020

20:00

Astra Luna Theater Teichstraße 2, 45127 Essen

BRAUNSCHWEIG

Universum Kinobetriebs

30.09.2020

04.10.2020

19.30

Neue Strasesse 8, D-38100

 

BERLÎN

Babylon Berlin

02.10.2020

20.00

Rosa Luxemburg Str 30, 10178 Berlin

 

QRALIYETA YEKBÛYÎ

LONDON

UK PREMIERE

05.09.2020

06.09.2020

19:30

Great Cambridge Road, Londra, İngiltere, N9 9LE

LIVERPOOL

13.09.2020

14.09.2020

19:30

 

SWÎSRE

ZURÎCH

Arena Cinemas Saal 4

08.09.2020

20.00 Uhr

Kalanderplatz 8, Sihlicty 8045 Zürich

 

LOZAN

Pathe Flon

10.09.2020

19.30 Uhr

Rue du Port-franc 16 1003

 

BASEL

Kult Kino Ag

13.09.2020

15:00 Uhr

Clarastrasse 48, 4005 Basel