Festîvala Şehîd Genco Hesekê dest pê kir

Festîvala Şehîd Genco Hesekê îsal, cara duyemîn e ku ji  hêla Ciwanên Başûrê Kurdistanê ve li Dûkanê tê lidarxistin.

Hewrê Ferîdûn di destpêka festîvalê de axivî û got, "Şehîd Genco nîşanî me daye, dema ku babet Kurdistan be ti girîngiya parçeyan nîn e."

Duyemîn Festîvala Şehîd Genco Hesekê, ji hêla ciwanên Başûrê Kurdistanê ve, li navçeya Dûkanê ya Silêmanî hate destpêkirin. Festîval ji hêla Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Kurdistanê ve hatiye organîzekirin, ji hemû deverên Başûr gelek ciwan tevlî festîvalê bûne.

Di festîvalê de Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Komala Ciwan, Saziya Malbatên Şehîdan û gelek sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê hazir bûn. Festîval bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Komîteya Amedekar a Festîvalê Hewêr Ferîdûn axivî û got, ‘’Em ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo ku xwedî li çand, wêje û jiyana xwe ya azad xwedî derbikevin li vir in. Parêzvanên pêşeng ên çandê ciwan in. Em jî sond dixwin ku layiqî vê bibin.’’

RÊYA KU ŞEHÎD GENCO NÎŞAN DAYÎ

Hewrê Ferîdûn bal kişande ser gefên li ser Başûrê Kurdistanê û got: ‘Di vê pêvajoya nazik a Başûrê Kurdistanê de, yên ku em anîne cem hev dîsa şehîdên me ne. Îsal wateyeke dî ya vê festîvalê heye ku ij bo bîranîna Şehîd Genco Hesekê me pêk aniye. Şehîd Genco nîşanî me daye dema ku babet Kurdistanê be, ti giringiya parçeyên dî nîn e. Li dijî gefên li ser Başûrê Kurdistanê, helwesta Şehîd Genco rêya me hemûyan ronî dike.’’

ŞEHÎD GENCO HESEKÊ

Genco Hesekê şervanekî YPG’ê bû. 14'ê Tebaxa 2014'an, li wê korîdora ku li herêma Sînûnê ya Şengalê dema ku bi mebesta ku pêşî li komkujiyan Êzîdiyan bigirin, hewl didan korîdorê vekin, li gel  5 hevalên xwe şehîd bû.