Fermandarê Zagrosê: Alî Xebat Mêrdîn

"Kesayeta Mêrdinê û cewherê wê yê welatparêzî, meşeke rasteqîn, her wextê di şexsê xwe de şênber kiribû. Kesayetiya xwe bi xeta Rêber APO re kiribû yek."

Ji fermandarên gerîla Alî Xebat Mêrdîn bi nasnav Mehmet Tûnç sla 1966'an li gundê Açikgola yê Nisêbînê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin dibe, sala 1993'an li Ewropayê berê xwe dide nava tevgera azadiyê ya Kurdistanê. Piştî demekê di nava xebatên gel de dimîne, tevlî perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe û derbasî çiyê dibe. Li çiyê herî zêde li qada Zagrosan dimîne.

Ali Xebat weke fermandarê Zagrosan dihate naskirin. Kî li Zagrosan mabe, li wir kar kiribe, ji Zagrosan derbas bûbe, ne gengaze ku navê Alî Xebat nebihîstibe. Hevrêyên wî yên têkoşînê Dûran Kalkan wiha qala Alî Xebat dike: "Kesayeta Mêrdinê û cewherê wê yê welatparêzî, meşeke rasteqîn, her wextê di şexsê xwe de şênber kiribû. Kesayetiya xwe bi xeta Rêber APO re kiribû yek. Mirovekî wisa bû ku ji welatparêziya Kurdistanê gihiştibû milîtantiya azadiyê. Bi temamî nebe jî, jiyana xwe ya şoreşgerî li qadê Zagrosan derbas kir. Di xeta Avaşîn, Zap, Cîlo, Çarçela şopa lingên wî li vê axê neketiye nîne. Ji bo di vê qadê de şerê gerîla bi pêş bikeve û ji bo têkoşîna azadiyê ti kar nema ku nekiriye. Di vê qadê de û her derba ku li dijmin ketiye, ked û xebata hevalê Alî Xebat heye. Bê guman cihê wî û para wî heye."

ŞOPDARÊ ROJÊ

Ji hevrêyên wî yên têkoşînê Gurcan têkildarî fermandar Alî Xebat wiha got, "Hem pîrtûkên Serokatî hem jî pîrtûkên derve dixwend. Hevalê Alî Xebat dixwest her tiştî bi hevalan re parve bike. Di her karî de bi pêşengiyê radibû, temenî wî her çîqasê mezin be jî wekî cîwanekî dînamîk tevlî her karî dibû. Hevalê Alî Xebat her digot; 'Hem artêşa xwe mezin bikin, hem armancê xwe mezin bikin û hem jî Serokatî baş nasbikin'. Dixwest bi hevalan re partiyê û Serokatî bide naskirin. Hevalê Alî Xebat bi serê xwe romanek bû."

'XIYANET BI TI AWAYÎ QEBÛL NEDIKIR'

Fermandar Alî Xebat bi dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd û bi pîvanên xwe dihate naskirin. Ji hevrêyên wî Laleşîn Cûdî qala wî kir: "Gotineke wî ya nav û deng hebû, digot 'Eger yek xiyanetê li partiyê bike, li Serokatî û şehîdan bike, ku ew kes çavê min bi xwe be jî ezê destê xwe bixim bin çavê xwe, ezê derxînim û bavêjim'. Bi asta dilsoziya xwe ya bi Kurdayetiyê û pêşengtiya xwe civaka Kurd zindî dikir. Her wiha pê re jî ber bi civakîbûnê ve dibir. Gotinên wî her tim Rebêr APO û hevalên şehîd bû. Hevalê Alî Xebat wekî gotinên xwe bû û pratîkê wî jî gotinên wî piştrast kir. Em di şexsê fermandar Alî Xebat de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin."

Fermandarê gerîla Alî Xebat, di her kêliyê de têkoşîna gerîla bilind dikir. Egîdê Mêrdînê û fermandarê Zagrosê di 27’ê Çileya 2016’an di encama nexweşiya krîza dil de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê nemiran dibe. Fermandarê Zagrosan, hemû salên têkoşînê xwe bi mînak meşandiye, bê ku gotin û daxwazên partî û hevalên xwe dûbare bike pek aniye. Hemû erk û karên şoreşgerî bi serketineke mezin meşand. Bi seknê xwe ya jiyanê, rexistinî û hevrêtiya ve ew bûye Fermandarê Zagrosan.