Fermandarê HPG’ê Malazgirt, gerîla bi taktîkên nûjen û dewlemend çalakiyan dike

Endamê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt bal kişand ku artêşa Tirk li hemberî gerîla windahiyên mezin didin û got: “Çawe weke berê xeyalên dewleta Tirk a tunekirina Kurdan dike, îro jî di qirika wan de wê bimîne.”

Endamê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt ê ji ajansa me re axivî, şerê li Kurdistanê rû dide, rastiya êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk û berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên tên kirin nirxand.

‘DEWLETA TIRK PKK’Ê DIKE HINCET Û ÊRÎŞÎ GELÊ KURD DIKE’

Malazgirt diyar kir ku li gorî pêvajoyên berê gerîla bi taktîkên bi hêz û nûjen çalakiyan lidar dixe û hemû êrîşên dewleta Tirk a bi teknîka nû vala derdixe. Malazgirt bal kişand ku pêvajoya li pêşiya wan wê şer hê geştir û gurtir bibe.

Nirxandinên Malazgirt wiha dewam dike:

“Dewleta Tirk di van du salên dawî de li dijî tevgera me şerekî topyekûn îlan kiriye. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê hen di nava xwe de hem jî ji derve de bi propagandaya ‘şerê man û nemanê’ pênase dike û rojevê digire û emrê xwe dirêj dike. Vê şerê topyekûn dike û di bin navê ‘Bi Kurdan re ti pirsgirêk nîne, em bi PKK’ê re şer dikin’ birêve dibin. Ya rast şerê li gel hemû Kurdan dide veşartin.

Di nava van du salên dawî de li Herêma Zagros û Herêmên Parastinê yên Medyayê sewqiyatên leşkerî û operasyon tên kirin. Li gelek cihan li dijî tevgera leşkerî rastî berxwedan û çalakyên me tên. Dewleta Tirk referanedûma Başûrê Kurdistanê dike hincet û derbasî gelek deverên Başûrê Kurdistanê bûne û dixwaze xaka derveyî sînorê xwe dagir bike. Bajarê Kerkûkê ji dîrokê ve bigire dest bajarekî yê Kurdistan û Kurdane. Tevî ku Kerkûk bajarê Kurdane dewleta Tirk Tirkmenên li herêmê dikin hincet û Kerkûkê weke bajarekî xwe dixwazin bidin nîşandan. Dewleta Tirk, bi Îran û Iraqê re li hev kirin, ji bo destkeftiyên Başûrê Kurdistanê tine bikin bû sedema hêzên artêşa Iraqê û bi desteka Heşdî Şebî êrîşan pêk bînin. Armanca dewleta Tirk ne tenê destkeftiyên Kurdan tine bike, di heman demê de ji bo xwe xakên nû jî dagir bike ye.

LI XEREGOLÊ JI 50 LEŞKERAN ZÊDETIR HATIN KUŞTIN

Dema ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî êrîşî Kerkûkê kirin, dewleta Tirk jî li xwest bikeve herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê dagir bike. Hêzên me yên gerîla berxwedanekî mezin li vir kirin, pêşveçûna dewleta Tirk a dagirker rawestand. Gerîlayan derbên xurt û bi bandor li yekîneyên operasyonê xistin. Hê jî cih bi cih li deverê şer ûçalakiyên bi boandor dewam dikin. Bi destpêkirina êrîşên li ser Kerkûkê re di haman rojê de artêşa Tirk a dagirker li ser çelê re li dijî herêma Xergol a herêma Zapê ya êrîşên dijwar û operasyon dan destpêkirin. Li Girê Xeregolê hêzên me tevahiya rojê şer kirin û berxwedanekî destanwarî dan nîşandan, ji 50’an zêdetir windahiyê dijmin çêbûn. Hêzên me yên gerîla tevahiya rojê berxwedanekî destanî nîşandan û operasyona artêşa Tirk a dagirker têk bir.

Di operasyona li ser Girê Xeregolê ji 3 caran zêdetir tevî hemû tekonlojî û balafirên şer bomberdûmana dijwar geîlayên me êrîşî yekîneyên operasyonê kirin û leşker tar û mar kirin. Di binketina şerekî evqas mezin û operasyona berfireh de hevrêyên me yên bi ruhê fedayî û qehreman şer jî kirin gihiştin şehadetê. Nûçeyên dewleta Tirk a dibêjin 47 gerîla şehîd bûne derewin, lê ti berxwedan bê berdêl nabe. Di şerê sîng bi sîng ê 6 rojan ê li Girê Xeregolê de 2 hevrêyên me şehîd bûn.Di tevahiya oparasyona Xeregolê ya 6 rojan û bomberdûmana dijwar a balafirên şer ên li Zap û Xeregolê de jî 9 hevrêyên me şehîd bûne.

DÎMENÊN KU GERÎLA KIŞANDIBÛN, DEREWÊN AKP’Ê KIFŞKIRIN

Di nava 2 mehên dawî de gerîlayên me li Gever, Oremar, Çarçella, Çelê, Şemzînan û derdorî wê çalakiyê pir xurt û bibandor hema bêje her roj derbên xurt li artêşa Tirk didin û leşker tên kuştin. Hikûmeta AKP’ê tevî kû dem bi dem ew jî bi sînordar hejmara windayên xwe didin jî, gerîlayên ku çalakiyên xwe bi kameran dikişînin, her ku bi raya giştî re parve dikin, derwên dewleta Tirk kifş dikin, operasyonan kifş dikin û nîşanî raya giştî ya cîhanê didin.

HER KU AKP DIBÊJE ME GERÎLA XILAS KIR, HER ROJ CENAZEYÊ LEŞKERAN DIÇE

Operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk a li Qela Bedewe ya 26 rojan ji aliyê gerîlayên HPG û YJA STAR’ê ve bi berxwedanekî mezin hate şikandin. Niha jî dixwaze carek din bikeve Başûrê Kurdistanê û li gorî wê amadekariyên xwe dikin. Em ê ji niha û pêve jî bi rêbazên û teqtîkên nûjen  bi awayekî bi xurt bersivê bidin êrîşên dijmin. Ji bo me ne girînge ku dijmin were li ser gir an jî li nuqteyekê xwe bi cih bike, ya girîng wê çawe li wir bijî û hebûna xwe çawe bidomîne. Ji xwe armanca me ya bingehîn ew e ku dijmin were nav kurahiya eraziyê û di herêmên xwe de bi awayekî bi bandor derbe lê bixin. Artêşa Tirk li dijî gerîla şer nake. Niha jî tenê teknolojiya di destê wê de bikartîne. Bi dilê xwe şer nakin, encax bi teknolojiyê şer dikin. Li rexmê vê jî ne serketîne. Her ku dibêjin ‘Xilas, me xilas kir’ her roj cenazeyê leşkeran diçin bajaran. Tê xuyakirin ku di pêvajoya Payîz û Zivistanê de wê şerekî giran hebe. Dewleta Tirk ku dibêje hêza gerîla ne maye, cihekî mezin weke Şemzînanê, gerîlayên me êrîşî dijmin dike û derbeyên mezin li wan dixe.

BERPIRS DIXWAZIN MORAL BIDIN LEŞKERAN

Serfermandarê giştî û hemû fermandarên hêzan ku bê navber diçin serdana leşkerên ku derban ji gerîlayan dixwin, dixwazin moral bidin û bi ser hev ve bînin. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ku hatibû garzînûna Derecik a Şemzînanê û bi leşkeran re derketibû pêşberî çapemeniyê û di got terora ku li pişt van çiyayan emê xilas bikin. Piştî van axaftinan gerîlayên me bi ser hev bi çalakiyên bi bandor, derbeyên mezin li garzînûna Dereckê da û dîmenên vê jî bi hemû cîhanê re parve kirîbûn. Herî dawî gerîlayên me di 2’ê Mijdarê de bi hem wext çalakî li dijî nîzamiyeya Çemanê û 3 qereqolên girêdayî qereqola Bêsosin ya li bejahiya Şemzînanê lidarxistin. Di vê êrîşê de zêdetirî 20 miriyên dijmin çêbûn. Li vir gerîlayên me dan nîşandan ku çi dema dixwazin bi ruhê êrîşê dikarin êrîş bikin û ev potansiyela êrîşan diyar kiriye.

SOYLÛ WÊ ÇAWAN QALA WINDAYAN BIKE?

Wê Suleyman Soylû  çawan di raya giştî de îzaha windayên xwe bike?. Bi dehan dîmenên di Gerîla TV de tê weşandin de jî xuya dike ku leşkerên bi sûîqastê tên kuştin, wesayîtên leşkerî yên îmha dibin, teknîka wan a bi fûzeyan têne îmhakirin. Di medya AKP’ê de bê navber dibêjin me derbe li gerîlayan da, me xilaskir û operasyonên girtinê re dixwazin berxwedana gelê Kurd û destkeftiyên wan veşêrin û bişkênin.  Dixwazin gelê Kurd çok danin û teslîm bigrin. Çawe weke berê xeyalên dewleta Tirk a tunekirina Kurdan dike, îro jî di qirika wan de wê bimîne. Îtifaqa faşîst ya AKP û MHP bi hemû êrîşan berê xwe dane gelê Kurd û destkeftiyên li ser parçeyên Kurdistanê.

CIWANÊN KURD JI BO TÊKOŞÎNA AKTÎV, DIVÊ BERÊ XWE BIDIN NAV REFÊN GERÎLA

Li dijî êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk, em bang li ciwanan dikin ku mil bidin milê gerîla û şerê berxwedanê li çiyayan bihêztir bikin. Serketina şerê berxwedanê wê Rêbertî û gelê me azad bike, wê dîrok nîşan bide ku serketina vî şerî bi pêşengtiya PKK’ê wê ya gerîla û gelê Kurd be.”