'Fedayîtî felsefeya jiyaneke bêrawestan e'

Gerîlaya YJA Starê Goksûn Firat (Hasret Borta) ku di sala 2018'an de şehîd bû digot, "Fedayîtî felsefeya jiyaneke bêrawestane".

Goksûn Firat (Hasret Borta) di sala 1991'ê de li Amedê ji dayik bû, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku li Amedê gerîlatî dikir di 22'ê Îlona 2018'an de jiyana xwe ji dest da.

Gerîlaya YJA Starê Goksûn Firat, dema ku li Rojava şoreş pêk tê ew berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Gerîla Goksûn Firat qala biryara tevlîbûna xwe dikir:

"Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de tevlî nava refên PKK'ê bûm. Li gel girîngiya vê demê ev dem ji bo min weke şexs gelekî girîng bû. Pîrozmendiya jiyana PKK'ê dike ku mirov tevlî jiyanê bibin. Min jî biryar wergirt ku biherikim nava vê jiyana pîroz.

Ji bo bibim milîtana gelê xwe û partiya xwe tevlî bûm, lê belê piştî ku beşdar bûm min giranî da ser pirsa 'ez çawa dikarim bibim milîtaneke hîn xurt'. Fikra 'hîn bêhtir çawa dikarim tevlî bibim, çawa dikarim hêjayî gel, welatê xwe bibim û şer bikim' mirovan dixin nava liv û tevgerê. PKK ji bo min şensê ji nû ve ji dayik bûnê ye. Hebûna di kêliyê de, fedayîtî û lêgerîna xwefedakirina ji bo armanca xwe, kir ku ji bo fêhmkirin û nasikrina Rêbertî hîn bêhtir xwe xurt bikim."

Goksûn Firat got, "Sîstema em di nav de bûn êrîşî hemû nirxên mirovahiyê dikir, talan dikir û biçûk dixist" û diyar kir, "Lê belê ji bo guheritna vê yekê, xweighandina Rêbertî ne tenê avakirina welatekî ye, divê mirov li dijî sîstemê şerekî topyekûn bimeşînin, li dijî hemû amûrên sîstemê şer bikin. Xwe xurtkirin ji ber vê yekê gelekî girîng e. Rêbertî kedeke mezin ji bo me da û ev yek jî wijdanê mirovan dide pêş. Ji bo hesabê komkujiyan bê pirsîn, ji bo rawestandina rondikên çavên dayikan divê her ciwan tevlî nava refên PKK'ê bibin.

Fedayîtî çi ye? Fedakirina xwe di kîjan astê de ye? Fedakirin çi ye, ji bo me tê çi wateyê? Ya rast ez di vê çarçoveyê de fikirîm. Fedayîtî ew e ku Rêbertî bê fêhmkirin, bersiv ji jiyana ku dixwaze ava bike re bê dayin, wê yekê biafirîne, bibe milîtanê wê. Fedayîtî bêkêmasiya li her qadê ye. Xwe avakirin e. Têgihiştina kêliya tê de ye û bersiva ji wê yekê re ye."

Goksûn Firat dibêje, "Divê mirov PKK'ê fêhm bikin, hîs bikin, têbigihêjin. Ji ber ku ew hebûna me diparêze."

Gerîla Goksûn Firat destnîşan kir ku fedayîtî felsefeyeke jiyanê ye û got, "Fedayîtî felsefeyeke jiyanê ye ku di nava bêdawîtiyê de ranaweste. Fedayî ew kes e ku di her kêliyê de jiyanê diafirîne."