Ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk di sala 1984 û 1985’an de bi sedan gund û navçeyên Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin. Navçeya Dihê ya Sêrtê jî yek ji van herêman e, ku fîşeka destpêkê ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê lê hat teqandin. Welatiyê bi navê Abdulvehap Şanda (70) di sala 1984’an de, cerdevaniya bi zorê lê dihat ferzkirin qebûl nekir û ji ber zext û zordariya giran a dewleta Tirk neçar ma koçî Dîlokê bike.
'JI BER ZILMA DEWLETÊ ME KOÇ KIR'
Apê Abdulvehap qala serpêhatiya xwe kir: "Di sala 1984’an de gundê me yê bi ser Dihê ve ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Leşkeran mêr digirtin û îşkence li wan dikirin. Dixwestin em li herêmê bibin cerdevan. Di nava rojê de 3-4 caran leşker dihatin gund jin, zarok, kal û mêr dikirin rêz bi çek û daran li wan dixistin. Xizmeta xwe bi lêxistina me dikirin. Digotin; 'Hûn terorîst in'. Herî dawî gund şewitandin. Piştî vê yekê em neçar man ku cih û warê xwe bi terikînin û li Dîlokê bi cih bibin."
'LI BER XWE DAN'
Şanda da zanîn ku piştî hate li Dîlokê bi cih bû gelek zehmetî kişandiye û wiha pê de çû: “Dema ku ez hatim li Dîlokê bi cih bûm, ti mal û nasê min li vê herêmê tine bû. Herêm bi nîjadperest û dagirkeran tijî bû. Kesê wê demê nedikarî bÊje ez Kurd im. Li her aliyê Kurdisanê zilm li Kurdan dihat kirin. Lê belê me li hemberî dewlet û jiyanê serî netewand, me li ber xwe dan."
'JI REJÎMA ZALIMAN RE NA'
Apê Abdulvehap Şanda anî ziman ku wî ji destê zaliman gelek êş kişandiye û wiha got: "Ji ber zilm û zordariya li gelê Kurd hatiye kirin, ez ê di referandûma 16’ê Nîsanê de bibêjim 'NA'. AKP, nasname, çand, ziman û hebûna me qebûl nake. Ez ê çawa ji dijminê mirovahiyê re bêjim 'Erê'? Kesê me qebûl neke, em jî wî qebûl nakin û em ê wî nekin serok. Em ê ji wî re bêjin 'Na, Na û Na'. Erdogan bi hêz be, em îro ji wî bihêztirin. Emrê min 70 salî ye, wile ez ê hemû sindoqên Dîlokê biparêzim û destûr nedim AKP li Dîlokê diziyê bike. Erdogan bike bimre jî em nabêjin 'Erê' em ê bibêjin 'Na'. Dewleta barbar û zalim gelek li serê me anî. Ji ber vê zilm û barbariya wan em ê bibêjin 'Na'. Êdî dewrê zaliman li ser vê axê xelas bûye, li cihên mirovên mezlûm hebe zalim nikarin wir jiyan bike. Ji bo vê em ê biserbikevin."
Hêjayî gotinê ye ku Apê Abdulvahap Şanday (70) ji bo tevlî xebatên referandûma 16’ê Nîsanê bibe her roj di saetên sere sibehê de diçe navenda Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Şahînbey û tevlî xebatan dibe.