‘Êrîşên li ser Şengal û Rojava qirkirin û dagirkirin e’

Tevgera Şoreşê ya Yekgirtî ya Gelan (HBDH) êrîşa dewleta Tirk a li Şengal û Rojava wekî qirkirin û dagirkirin pênase kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekgirtî ya Gelan (HBDH) derbarê êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku dewleta Tirk di 24’ê Nîsanê de di salvegera Qirkirina Ermenan de êrîşî Şengal û Rojava kiriye.  Tevgera Şoreşê ya Yekgirtî ya Gelan şervanên YBŞ û YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.

ERDOGAN Ê WEKÎ HÎTLER

Di daxuyaniya Tevgera Şoreşê ya Yekgirtî ya Gelan de hate gotin ku: 

“Erdogan û AKP dixwaze krîza rejîm û rêveberiyê bi dagirkirin û qirkirinê derbas bike. Ji aliyekî ve polîtîkaya înkar û îmhayê dimeşîne û ji aliyê din ve jî dixwaze Şoreşa Rojava bixeniqîne.

Hêzên emperyalîst ligel ku gotin haya me ji êrîşên Erdogan ên li ser Şengal-Qereçoxê tune ye jî, tê dîtin ku DYA, Rûsya û PDK’ê ev êrîş kirine. Divê PDK dev ji vê hevkariya qirêj berde.
Koalîsyona AKP-MHP û Erdogan jî dizanin ku gav bi gav ber bi dawiyê ve diçin. Ji ber ku haya wan ji wan heye, qirkirinê zêdetir dikin.

EM TÊKOŞÎN Û ŞERÊ XWE GEŞTIR BIKIN

Ev polîtîkayên wan wê nikaribe krîza rejîmê çareser bike û berevajî wê, ew ê kûrtir bike. Êrîşên faşîst wê herî zêde bandora xwe ya siyasî û ekonomîk li ser bindest û kedkaran hebe. Ev êrîşên li ser Rojava û Şengalê di heman demê de li ser kedkar, karker û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê jî hatiye kirin. Heta ku em êrîşên faşîst ên AKP’ê bi paş nexin wê şerê li herêmê zêdetir bibe û wê zêdetir xwîn birije. 

Çawa ku me ji AKP’ê re gote Na, divê em vê Na’ya xwe veguherînên polîtîkayên li dijberî dagirkirin û qirkirinê û em têkoşîn û şerê xwe geştir bikin. Em bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên gelê Kurd bibin. Em şoreşa alternatîf  a wekhev, demokratîk û azadîparêz ava bikin.