BI DÎMEN

Eren: Ev 1’ê Gulanê divê cihê be

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren diyar kir 1’ê Gulanê îsal xwedî wateyeke dî ye.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren diyar kir 1’ê Gulanê ya îsal ji bo kedkarên Tirkiyê û hemû gelên Kurdistanê serdemeke nû nîşan dide, divê bi watedarkirineke cuda were pîrozkirin.

Eren diyar kir şerê ku li Kurdistanê tê kirin, bi propagandaya nîjatperest û dînî ji bo ku çîna karker a li Tirkiyê were mêtin tê bikaranîn û got, ‘’Li hêlekê civak tê hejarkirin, mêtin û ji ji ber hejariyê beşên civakê yên ku girêdayî xwe kirine dişînin şerê  li Kurdistanê. Ji bo vê jî çîna kedkar a Tirkiyê, pêşengên wê, hêzên rêxistinbûyî divê vê rewşê bi rengekî bihêztir  bixin rojeva çîna kedkar a Tirkiyê. Ku ev 1’ê Gulanê bibe wesîleya vê, ji bo azadiya Tirkiyê, demokrasiya wê û biratiya gelan; ji bo têkoşîna yekbûn û hevgirtinê xurtir bibe bûye divêtiyek.’’

Eren mijarên 1’ê Gulanê, zehmetiyên ku kedkar di dema AKP’ê de jiyane û têkoşîna ku li dijî vê dane, polîtîkayên zilm û mêtingeriyê yên ku li ser kedkarên Kurdistanê bi kar tîne, her wiha li ser mijara girseya ku piştî referandûmê derketî kolanan divê cejna kedkaran a 1’ê Gulanê çawa pîroz bike ji ANF’ê re vegot.

Eren diyar kir piştî ku faşîzma AKP’ê xwe veguherand rejîmê û xwe xist ewlehiya destûrê li ser kedkar û gelan talokeyeke nû diyar bûye û got, ji bo vê jî 1’ê Gulanê ya îsal ji bo kedkarên Tirkiyê û gelên Kurdistanê serdemeke nû ye. Eren diyar kir 1’ê Gulanê ya ku wê li Tirkiyê û Kurdistanê were pîrozkirin wê bibe 1’ê Gulanê ya bi wî rengî ku kedkar li dijî rejîma faşîst daxwazên xwe vedibêjin û têkoşîna xwe nîşan bidin. Cîhan Eren diyar kir li bi kêmanî ji salên din cihêtir divê 1’ê Gulanê were pîrozkirin.

EV 1’Ê GULANÊ DIVÊ CIHÊTIR BE

Eren diyar kir ku êdî çarenîn e ku çîna kedkar a Tirkiyê û tevgerên çep, sosyalîst ên Tirkiyê hevkariya xwe bi rengekî xurt ava bikin û wiha got: ‘’Çawa ku li Tirkiyê ekîba faşîst, bloka faşîst, aliyê dewletê Erdogan-Bahçelî, AKP-MHP tifaq danîbin û êrîşeke mezin tînin, 1’ê Gulanê jî bi heman rengî, di navbera gelên Tirkiyê û Kurdistanê de û kedkarên wê de bi rastî jî divê yekîtiyek, hevgirtineke li gorî giyanê çêbibe û bibe cejneke wiha ku li dijî faşîzmê têkoşîn tê dayin.’’

 ‘LI DIJÎ DÎKTATOR DIVÊ NA WERE GOTIN

Cîhan Eren destnîşan kir, êrîşa bi ser kedkaran de ku bi AKP’ê re dest pêk iriye, di vê rejîma faşîst de wê zêdetir bibe; dema ku mirov li kuştinên li ser kar, li bêkariyê û qirkirina karkeran, li ferqa di navbera destmiza herî kêm û birçîbûn û hejariyê dinere, bê sendîkakirin û sendîkavaniya zer a ku li gorî karekterê nû yê rejîmê tê dizaynkirin, dema ku mirov li peymana giştî û mafê girêvê dinere ji bo karker û kedkaran tabloyeke reş xuya dike. Eren diyar kir êdî meaşê wan, ewlehiya wan a sosyal, hemû jiyana wan ji hêla peyvên ku ji devê kesekî derdikevin diyar dibe û wiha got: ‘’Ji bo vê jî di vê 1’ê Gulanê de, li dijî dîktatorê ku dixwaze li ser her tiştî serwer be, divê bibe 1’ê Gulanê ya ‘NA’yê ji bo hemû çîna karker û kedkar. Divê sendîkayên karker, kedkar û memûr yekîtî û hevkariya xwe bêhtir xurt bikin.’’

ÊRÎŞÊN GIRAN ÊN ÎDEOLOJÎK HENE

Cîhan Eren got bi AKP’ê re bi taybetî li dijî çîna karker êrîşeke giran a îdeolojîk jî heye û got: ‘’Hîsên dînî yên kedkaran îstîsmar dikin. Di nav karkeran de dubendiya dînî û mezhebî çêdikin. Li ser baweriyê di nav çîna karker a Tirkiyê de dubendiyeke hişk tê çêkirin, hema bibêje li ser AKP’yîbûnê qadên ked, kar û rêxistiniyê têne desteserkirin. Di serî de sendîkayên karker û kedkar, hemû rêxistinên çîna karker, tevherên çep û sosyalîst li dijî van êrîşên AKP’ê divê têkoşîneke meztir bidin. Em, tevgrên çep û sosyalîst li dijî êrîşên nû ku diyar e piştî refenrandûmê AKP’ê wê êrîşan girantir bike, li eniya Tirkiyê, bi taybetî jî di navbera karker û kedkaran de divê em rêxistiniya xwe, têkoşîna xwe geştir bikin.’’

BIKARANÎNA ŞERÊ LI KURDISTANÊ

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren diyar kir şerê ku li Kurdistanê tê meşandin jî bi propagandaya nîjatperest û dînî, li ser çîna karker a Tirkiyê bi kar tînin û got: ‘’Di ser nîjatperestî û dîn re hîs, welatparêziya çîna karker a Tirkiyê tê mêtin, di heman demê de bi wê mêtinê destketiyên dewletê û çîna serwer jî ji bo domdarkirina şer û faşîzma li Kurdistanê tê bikaranîn. Divê çîna karker a Tirkiyê ji her demê zêdetir têkoşîna gelê Kurd, ji çav, xet, hişmendiya siyasî û perspektîfa Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas bike û ev hewcehiyek e. Di van salên dawî de gelek leşkerên ku li Kurdistanê têne kuştin ji malbatên hejar in.

Ev jî vê nîşan dide; ji hêlekê ve civakê hejar dike, dimije, dike hewceyî xwe, alîgirê xwe diparêze lê kesên ku ne alîgirê wan bin, ku ji ber hejariyê mehkûmî xwe kirine jî dişîne Kurdistanê şer. Ji bo vê jî divê çîna karker a Tirkiyê, pêşengên wan, hêzên rêxistinbûyî vê rewşê zêdetir bixin rojeva çîna karker. Ku ev 1’ê Gulanê bibe wesîleya vê, ji bo azadiya Tirkiyê, demokrasiya wê û biratiya gelan; ji bo têkoşîna yekbûn û hevgirtinê xurtir bibe bûye divêtiyek.’’

HELWEST DI 1’Ê GULANÊ DE DIVÊ PIR ZÊDE BIBIN

Eren diyar kir piştî referandûma 16’ê Nîsanê li dijî AKP’ê hema hema ji her eniyê helwesteke xurt hatiye nîşandan, ji nav gelên Tirkiyê hema hema ji nîvî zêdetir bawer dikin ku di 16’ê Nîsanê de dest li ser vîna wan hatiye danîn û herî dawî got: ‘’ Muxalefeta li dijî faşîzma Erdogan ya mirovên ku derketin kolanan û destekê nadin AKP’ê divê bi rengekî xurtir li her qadê diyar bibe. Vîna gel a ku derketî kolanan weke agahdariya 1’ê Gulanê ye. Em ji vê bawer in; helwesta di referandûmê de, vîn û li dijî desteserkirina vê vînê çalakiyên li kuçeyan di 1’ê Gulanê de wê zêde bibin. Di 1’ê Gulanê de bi rengekî vekirî wê ji faşîzma Erdogan-Bahçerî re wiha bibêjin; hûn dikarin bi darbeyekê, bi sazî û rêxistinên xwe dest li ser vîna me deynin, lê em kedkar, em ên Tirkiyeyî û Kurdistanî, dilxwazên azadiyê û demokrasiyê û biratiya gelan 1’ê Gulanê li ser piyan e.’’

Ez hemû şoreşgerên Tirkiyeyî û Kurdistanî ku di 1’ê Gulanê de şehîd bûne û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. 1’ê Gulanê di serî de li karkarên Kurdistanê û Tirkiyê li hemû karkeran û gelan pîroz be.’’