Erebên ji Mêrdînê ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

Gelên ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînin, ji bo rakirina tecrîdê bang kirin.

Welatiyên Ereb ên li Mêrdînê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku bi şikandina tecrîda li ser Ocalan re wê aştî, demokrasî û azadî li welêt û Rojhilata Navîn serdest bibe.

ÎNAL: BIRÊZ OCALAN LÎDERÊ TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN E, QASIDÊ AŞTIYÊ YE

Dîlaver Înal bi bîr xist, ku ji sala 2015'an û vir ve şer diqewime, mirov tên kuştin û got, "Em hemû bi hev re tên dimirin. Rewşa neyînî bandorê li me hemûyan dike. Lewma tecrîda li ser Birêz Ocalan ku lîderê hemû gelên Rojhilata Navîn û qasidê aştiyê ye, divê tavilê were rakirin. Şikandina tecrîdê tê wateya misogeriya aştî û demokrasiyê li tevahiya Rojhilata Navîn."

AKGEYÎK: BI TÊKOŞÎNEKE XURT RE HEMÛ GIRTÎGEH DIKARIN BÊN VALAKIRIN

Mûrat Akgeyîk daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir û wiha axivî: "Ez tecrîdê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînim. Her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' lazim e li ber tecrîdê rabe. Bi rakirina tecrîdê re li welêt û li gelemperiya Rojhilata Navîn wê mirov nemirin û aştî misoger bibe. Ev welat veguherandin gola xwînê. Em dixwazin ku nema mirovên me bimirin. Ne tenê gelê Kurd an jî gelê Ereb, divê hemû gel li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe nîşan bide. Girîng e em bi piştevaniyeke xurt têkoşîneke bi bandor bimeşînin ku hemû girtîgehên li Tirkiyeyê vlaa bibin. Ya rast, haya gelan ji vê yekê heye, hewcedarên aştî û demokrasiyê ne. Lê belê ji aliyê çalakiyan ve kêm dimînin. Ji bo hemû gel di nava aştiyê de karibin bijîn, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin."

'RAKIRINA TECRÎDÊ DAXWAZA HEMÛ GELAN E'

Welatiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike A.K. jî got, "Dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê naxwaze têkoşîna gelê Kurd a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê xwe û pêşîvekirina li aştiyê bibîne. Mesele dema dibe gelê Kurd, hemû partiyên din ên li vî welatî dibin yek û bi rengekî faşîzan tevdigerin. Lê belê tecrîda li ser Birêz Ocalan êdî ne tenê meseleyeke Kurdan e, veguheriye meseleyeke hemû ol, ziman û nasnameyan. Ji bo aştî û demokrasî misoger bibe, pêwîste tecrîd tavilê bê rakirin. Heta ku tecrîd nehate rakirin, têkoşîna li dijî vê kiryara derveyî mirovahiyê wê bi yek dil û piştevaniyê bidome, bê mezinkirin û di dawiya dawî de tecrîd bê şikandin. Şikandina tecrîdê tê wateya misogeriya aştî, aramî û azadiyê."