Erdhejzedeya Wanê bi hawara Semsûrê ve hat -HATE NÛKIRIN

Havîn Kiye erdhejzedeyeke Wanê ye. Ji bo alîkariyê bi erdhejzedeyan re bike hat Semsûrê.

Di du erdhejên 6'ê Sibata 2023'an de ku li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê rû dan, bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Piştî herdu erdhejan ku bandor li 11 bajaran kir, ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dilxwazan berê xwe dan herêmê. Yek ji van dilxwazan jî Havîn Kiye ye, ku erdhejzedeyeke Wanê ye.

Di sala 2011'an de dema li Wanê erdhej çêbû, ew jî li Wanê bû. Kiye ku bi xwe jî erdhejzedeyek e, îro li Semsûrê ye û alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re dike. Kiye anî ziman ku ew ne xerîbê vê felaketê û travmayê ye.

Kiye diyar kir ku ew li Stenbolê dimîne, lê piştî bi erdhejê hesiya yekser hat Semsûrê û anî ziman ku bûyereke bi heman rengî bi serê wê ve jî hat.

Kiye der barê erdheja li Wanê got, "Dema ku erd hejiya ez li malê bûm. Heta ku ji malê derket, min nizanîbû erdhej e yan na. Derketim derve, wê demê min fêhm kir ku erdhej e. Ya rast heman hesta niha ya bi erdhejzedeyan re wê demê bi min re jî çêbû. Wê rojê jî îro jî yekane tişta ku nehatiye guhertin ew e ku kes alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re nake. Li gorî mexdûrên niha yên erdhejê rewşa me wê demê hinekî baştir bû. Ya rast, başiya di nava nebaşiyê de bû. Ez îro li vir dinihêrim, kes nîne. Tenê dilxwaz hene, gel heye."

Kiye anî ziman ku daneyên fermî yên têkildarî herêmên erdhejê têne eşkerekirin rast nîne û got, "Teqez baweriya min bi van hejmaran nayê. Lewma em dibînin ku di felaketa de îro jî hejmara rastî tê veşartin. Ez îro li vê derê bi mexdûrên erdhejê re hemhaliyê dikim, lewma li vir im. Heta ku ji destê min tê hewl didim ji erdhejzedeyan re bibim alîkar. Ji ber ku mîna dema erdheja Wanê îro li vir jî kêmasiya alîkariyê ya dewletê heye."

Kiye diyar kir ku Semsûr bûye bajarekî ji enqazê û got, "Dikarim bibêjim ku Semsûr nemaye. Qala taxekê bi tenê nakim, bajar bi xwe nemaye, hemû hilweşiyaye. Rewşa navçeyên Sergolan û Besnî jî bi heman rengî ye. Avahiyek nîne ku xisar lê nebûye. Ev mesele ne meseleyeke welê ye ku tenê di stûyê muteahîtan de bê hiştin. Encamên vê felaketa mezin ne mirovî ye, ne olî ye ne jî wijdanî ye. Rewşeke ku li mirovahiyê nayê."