Yek ji rêveberê eniya demokrasiyê ya gel ku navenda ê li Başûrê Kurdistanê ye, Aram Kerkûkî, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir û xwest, ji bo ku ji dîktatoriya Erdogan re ‘na’ were gotin bila her kes biçe ser sendoqê.
ANF/RÊBAZ HESEN
KERKÛK
şemî, 1 avrêlê 2017, 08:25
Kerkûkî diyar kir, ‘’AKP ji destpêka damezirînê ve roj bi roj dîktatoriya xwe ava kir û heta vê rojê û got, di hişmendiya Erdogan de demokrasî nîn e, di 2017’an de dixwaze hişmendiya Sedam Husên û Hisnî Mibarek li ser civakê serwer bike.
‘ERDOGAN GAV BI GAV HATE VÊ ROJÊ’
Arman Kerkûkî diyar kir ku AKP ji roja ku hatî damezirandin heta niha Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve briiye û got: ‘’Erdogan, Abdullah Gul û Fethullah Gulen ji 2002’an ji roja ku ev partî ava kirine heta niha wiha bûn û tişta ku îro dikin, dixestin bikin gav bi gav pêk anîne.’’
Kerkûkî diyar kir Erdogan bi sîstema serektiyê tişta ku bi salan dike dixwaze bi encam bike û heke ji referandûmê encamê bistîne êdî ê bi kesekî neşêwire û kûderê bixwaze wê dagir bike. Kerkûkî wiha got: ‘’Erdogan ji bo jî dixwaze destûrê li gorî sîstema xwe ya seroktiyê bifesilîne.’’
‘ERDOGAN DIXWAZE REJÎMA SEDDAM BÎNE’
Kerkûkî got heke ‘erê’ derkeve Tirkiye wê ber bi siberojeke tarî ve biçe û got, bi vî rengî Tirkiye bi temamî wê ji Yekîtiya Ewropa dûr bikeve, hesap dike ku heta 2027’an li ser kar bimîne û wê ti mafê jiyanê nede pêkhateyeke siyasî.
Kerkûkî mînaka rejîma Sedam da û got: ‘’Ev siyaset dişibe sîstema siyasî ya Sedam Hisên ku sedsala bihurî li Iraqê sazkar kiribû. Siyaseteke wiha bû ku îflas bi xwe re dianî. Gelê Iraqê tazî û birçî bû. Gel xiste nav talokeyan. Li Tirkiyê jî ev rewş wê vê encamê bi xwe re bîne. A rast ev di heman demê de kêşeya sereke ya Rojhilata Navîn e. Ev kêşeya dîktatoriya yekzilamî ye. Li vir demokrasî nîn e. Her tişt weke li cem Mibarek, Qedafî bi kesekî ve hatibû girêdan. Lê êdî gel vê qebûl nake. Jixwe pêvajoya şoreşê ya ku jê re Bihara Ereb tê gotin li dijî vê pêk hat. Heke hûn 2017’an vê pergalê bînin wê demê teqez e ku hûn ê siberojê ber bi nediyariyê ve bajon.’’
Kerkûkî got Erdogan HDP’ê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê ku li pêş pergala xwe ya dîktatorî wan asteng dibîne, dixwaze wan biqedîne û got: ‘’Di nav vê çarçoweyê de Erdogan li Bakurê Kurdistanê bi kirinên darbeyê dixwaze hêza demokrasiyê ya HDP’ê tine bike. Di heman demê de li dijî hêzên demokrasiyê yên Tirk jî heman tiştî dike. Erdogan li Bakurê Kurdistanê tam rewşa dagkirinê pêk anî. Bakur têrê nekir ji bo dîktatoriya xwe dixwaze Başûr jî dagir bike. Ango piştre wê bixwaze leşkerên xwe bişîne Başûr. Dixwaze xeyala xwe ya Mûsilê pêk bîne. Xwest ku vê bike jî lê bi ser neket. Lê heke Erdogan bi referadûmê bikaribe dîktatoriya xwe pêk bîne dikare tiştên şêtane bike. Tekana mebesta wî kuştina Kurdan e, divê Kurd vê bibînin.’’
‘ERDOGAN MESÛD BARZANÎ BI KAR ANÎ’
Kerkûkî diyar kir Erdogan ji bo ku di referandûmê de bandorê li Kurdan bike bang li Mesûd Barzanî kir ku biçe Tirkiyê û ala Başûrê Kurdistanê hilda.
Kerkûkî got: ‘’ Erdogan dixwaze bibêje, binerin em bi Barzanî re hevkar in, min ala we jî hilda. Erdogan di referandûmê de ji bo ku encamê bigire serî li hîleyan dide. Berê jî di hilbijartinê de pere dida. Lê divê her kes baş bizanibe ku tenê ji bo dengên Kurdan bistîne bang li Mesûd Barzanî kir. Ji bo vê jî divê kes bi Erdogan nexape. Erdogan hîç ne xwedî wê niyetê ye ku pirsa Kurd çareser bike. Heke wiha bûya, bi hezaran mirov nedikuşt, xaniyên gel hilnediweşand, şaredar nedida girtin. Dest li ser deskeftiyên Kurd ên di hilbijartinê de nedidanî.’’
‘ERDOGAN JÎ DIVÊ JI PÊŞIYÊN XWE DERS WERBIGIRE’
Kerkûkî diyar kir ku li Tirkiyê hemû hikûmetên piştî darbeya 1980’yî xwestin ku têkoşîna azadiya Kurd têk bibin lê ew têk çûne û got divê Erdogan ji yên beriya xwe dersê werbigire; ‘’Heke operasyonê li Qendîlê yan jî li devereke dî bike jî wê bi ser nekeve. Gel jî divê bibîne ku di van operasyonan de tim zarokên wan têne kuştin û li dij derkeve.’’
‘DIVÊ KURD BIBÊJIN NA’
Kerkûkî got li Bakur divê gel biçe ser sendoqan û bersiva komkujiyan bi dengê ‘na’ bide û wiha got: ‘’ Gelê Bakurê Kurdistanê di vê referandûmê de divê hesabê tiştên ku hatî kirin bipirse û ji bo vê jî dengê ‘na’ bide. Çi Kurdê azadîxwaz e teqez divê biçe ser sendoqê û dengê xwe bi vî rengî bide. Her wiha gelê Başûrê Kurdistanê û çapemeniya ê jî divê di vê mijarê de destekê bide gelê Bakurê Kurdistanê.’’