Eniya Demokrasiya Gel êrîşên li ser lîsteya 120 şermezar kir

Eniya Demokrasiya Gel, êrîşa li ser namzetê Hewlêrê yê Lîsteya Nifşê Nû şermezar kir û got, gel wê li ser sindoqê bersivê bide desthilatdariyê.

Ji hilbijartina Parlamenta Iraqê re tenê 3 roj mane. Di dema propagandaya hilbijartinê de gelek caran mafên mirovan hatin binpêkirin. Bi taybetî êrîş li Lîsteya 120'an a Nifşê Nû hate kirin.  Namzetên Dihok û Hewlêrê di dema propagandayê de bûn hedefa êrîşê û birîndar bûn. Li hemberî vê aliyên siyasî nerazîbûnên xwe nîşan dan.
 
Eniya Demokrasiya Gel li ser êrîşên li dijî namzetên lîsteya 120 daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hilbijartin mafê xwezayî yê her kesî û hate gotin, "Hemû hêzên dîktator û kevneperest ji hilbijartin û demokrasiyê ditirsin. Di vê hilbijartinê de wê hêzên nû yên siyasî tevlî bibin. Ev yek jî weke cara yekem e ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk tê. Ji ber vê yekê tirs ketiye nava desthilatdariyê û ji her hêlê ve êrîş dikin. Lê ev têkoşerên nû natirsin."

Eniya Demokrasiya Gel bal kişand ser êrîş û lêdana li namzetên Nifşê Nû û got; "Êrîşa li ser namzetên Nifşê Nû, bandoreke neyînî li ser wan çênake. Berevajiyê vê bi hêztir dibin. Em ji gel dixwazin ku di 12'ê vê mehê de ji bo aştiya civakê, bi dengên xwe ceza bidin hizbên desthilatdar. Em sindoqên dengdanê bikin roja bi dadgehkirina hêzên êrîşkar."

Di 7’ê Gulanê de li bajarê  Hewlêr êrîş li serokê lîsteya 120 yê Hewlêrê Rabûn Marûf hatibû kirin. Hefta berê jî li Zaxoyê êrîş li Dr. Kamîran Berwarî, serokê lîsteya Nifşê Nû hatibû kirin.