Endamên KNK'ê: PDK'ê nexwest tevlî şêwra yekîtiyê bibe

Endamê KNK'ê Adem Ûzûn li ser tevlînebûna PDK'ê li şêwra yekîtiya neteweyî got, divê ji diyalogê nereve. Endamê KNK'ê Zekerya Helebce jî diyar kir, daxuyaniya li ser tevlînebûnê karê PDK'ê ye.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hate organîzekirin, 15-16'ê Tîrmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên zêdeyî 60 partiyên siyasî, bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl, bi sedan rewşenbîr-nivîskar, akademîsyen û rûspî tevlî bûn. Lê belê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û komên pê ve girêdayî, tevî ku di dema serdana KNK'ê de gotin wê tevlî karê ji bo yekîtiya neteweyî bibin jî, tevlî şêwrê nebûn.

Hat ragihandin, ku rayedarên PDK'ê li ser tevlîbûn an tevlînebûnê heta roja dawî agahiyên nakok dane KNK'ê û ji bo tevlîbûnê jî hin şert daniye pêşî. Endamên KNK'ê Adem Ûzûn û Zekerya Helebce mijar ji ANF'ê re nirxandin.

'JI BO TEVLÎ BIBIN WÊ HEWLDANÊN ME BIDOMIN'

Ûzûn bibîr xist, heyeta ji bo şêwra yekîtiya neteweyî hate avakirin bi PDK'ê re rûnişt û anî ziman, ku PDK'ê nexwestiye tevlî şêwrê bibe. Ûzûn got, "Çawa ku em bi her kesî re rûnişt û me vexwend, em bi wan re jî rûnişt û me ew jî vexwend. Negotin ku wê neyên. Lê nexwestin bên. Lê belê meseleyên neteweyî karê me hemûyan e. PDK jî di nav de. Yanî wan jî eleqedar dike. Vê carê nehatin. Ji bo bên civîna di dorê de, wê hewldanên me bidomin."

'DIVÊ MIROV XWE JI NÎQAŞÊ VENEGIRIN'

Ûzûn destnîşan kir, ku yekîtiya neteweyî wezîfeya her partiyeke Kurd e û got, lazim e mirov xwe ji diyalog û danûstandinê venegirin. Ûzûn wiha dewam kir: "Tevlîbûna PDK'ê li nava karên neteweyî wê baş be. Lê belê xebatên neteweyî herdemî ne, wê bidomin. Ji ber ku gelê me, dîroka me, şehîdên me vê yekê ji me dixwazin. Ji bo yekîtiya neteweyî em ji her şêwe axaftin, diyalog, pêşniyar û nîqaşê re amade ne. Em dibêjin, divê her kes bên û tevlî nîqaşê bibin. Pêwîste mirov xwe ji nîqaşê, ji danûstandinê venegirin. Em li bendê ne ku ew di platformên pêş de amade bin."

'EŞKERKIRINA SEDEMA NEHATINÊ, KARÊ PDK'Ê YE'

Endamê KNK'ê Zekerya Helebce jî anî ziman, ku di dema amadekariya şêwra yekîtiya neteweyî de ew bi çi rengî nêzî hemû partiyan bûn bi heman rengî nêzî PDK'ê jî bûn û diyar kir, eşkerekirina sedema tevlînebûna li şêwrê, karê PDK'ê ye. Helebce got, "Bi kîjan protokolê hevdîtin bi partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re hatin kirin û vexwendîname hatin şandin, bi heman rengî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re jî hevdîtin hate kirin û vexwendîname hate şandin. Lê wan tevlînebûn tercîh kirin. Me dixwest ew tevlî bibin. Lê eger tevlî nebûn, wê çaxê eşkerekirina sedema vê jî karê wan e. Ew ê neçar bimînin ku ji gel re îzah bike."