Emîne Şenyaşar hêjayî Xelata Edaletê hate dîtin

Baroya Qersê Xelata Edaletê ya 2022'an da Emîne Şenyaşar a ku ji bo edaletê li ber xwe dide.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê Adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 669’an de jî dewam kir. Malbatê serê sibehê ji Pirsûsê berê xwe da ber Edliyeya Rihayê. Piştre jî Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt û endamên Desteya Rêveber çûn serdana malbatê. Her wiha Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Halîl Oyke û gelek parêzerên din jî tev li serdana şandeyê bûn.

Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt da zanîn ku ji bo piştevaniya bi têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar re hatine serdanê. Çapkurt, bi domdarî diyar kir ku weke Baroya Qersê di 2’yê çileya 2023’yan de biryar dan ku Xelata Edaletê ya sala 2022’yan bidin malbata Şenyaşar. Di dewamê de Çapkurt gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “Dewleteke ku edaletê pêk neyînê mîna avahiyekî rizî neçarî hilweşînê ye” bi bîr xist û wiha got: “Ev gotin, tespîteke rast e. Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ne hewldan an jî gaveke ji bo hilweşandina avahiyê rizî ye lê ji bo xurtkirina wê ye. Em ê her tim bi malbatê re bin û heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya dayika Emîne.”

Piştî axaftinê, Çapkurt plaketa Xelata Edaletê û peykerê Themîs ku sembola edaletê ye diyarî Emîne Şenyaşar kir. Dayika Emîne Şenyaşar jî ji bo piştevaniyê spasiya beşdaran kir û xwest ku kujer bên darizandin.

Piştre jî Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel axivî û ev tişt anî ziman: “Ez spasiyên xwe pêşkeşî dayika Emîne dikim ku bûye sembola lêgerîna edaletê. Her wiha spasiya hemû rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û Serokê Baroya Qersê û endamên Lijneya Rêveber dikim ku tu carî dayika Emîne bi tenê nehiştin. Em ê tu carî dayika Emîne bi tenê nehêlin.” 

Serokê Baroya Qersê û endamên Desteya Rêveber heta demekê bi malbatê re rûnişt û piştre jî çûn.