'Em ê nehêlin siya we jî li vê xakê bimîne'

Zelal Sîdem a Amedî, yek ji wan gerîlayên YJA Starê bû ku ji destpêkê ve di Pêngava Cenga Heftanînê de roleke mezin lîst. Digot, 'Em şervanên Reşît Serdar in, em siya we jî li vê xakê qebûl nakin."

Bila zarok dengê gerîla Zelal bibihîzin. Zarokên gelên Kurdistanê hemû. Bi gotina "Ji bo zarokên piştî me bi rengekî azad bijîn" li Heftanînê mîna tovekî xwe berda nava xaka Başûr. Bila rêya te vekirî be Zelal Sîdem.

Pênûsa min ji bo nivîsandina te amade bû. Çiqasî giran û zehmet e ne welê; mîna ku li benda şehadetê be, mîna ku li benda mirinê be, mîna ku li benda jidayikbûnê be, mînak ku li benda êş û kêfxweşiyê be...

Yên li Kurdistanê tevlî karwanê nemiran dibin, me ji nû ve tîne bîra me, me li me vedigerîne û jinûve dixe nava hembêza jiyanê.

Kenê li rûyê me vedigerînin. Ev rê hêja ye ku heta dawiyê li ser bimeşin.

Dibe ku yek ji berdêlên herî giran ên Cenga Heftanînê be. Ji destpêkê ve pêşengtî kir, dibe ku bi dehan caran tevî şervanên xwe tevlî seferan bû û bi tilîliyan li ber dagirkeran rabû. Yek ji wan gerîlayan bû ku qada Şeşdara li dagirkerên Tirk kir kabûs.

Gerîla Zelal Sîdem navê yek ji fermandarên mezin ên gerîla Zelal Mardîn li xwe kiribû. Bi vî rengî dest bi rêwîtiya xwe ya lehengiyê kiribû.

Zelal Sîdem a ji Amedê, di Pêngava Cenga Heftanînê de yek ji gerîlayên YJA Starê bû ku ji destpêkê ve bi roleke mezin tevdigeriya. Li gelek qadên cuda yên Tevgera Azadiyê ma. Li qadên zehmet ên Zagrosan yek ji şervanên fermandar Reşît Serdar bû. Zelal Sîdem ku her li dagirkeran rast hat bi gotina 'Em şervanên Reşît Serdar in, em ê nehêlin siya we jî li vê xakê bimîne' û bi ser dagirkeran ve meşiya. Li Cenga Heftanînê hema bêjin li her qadê pêşengî ji berxwedanê re kir. 23'ê Tîrmehê hevrêyeke wê ku dema bi şehadeta wê hesiya wiha qalê dikir: "Dijmin her ku dixwest bê Şeşdarayê, dema ku dibihîst dijmin dikeve nava hewldaneke wiha, gelekî bi hêrs dibû. Digot, 'Çawa dibe ku dijmin dikeve vê xakê'. Ew ruhê êrişê bû. Bi rastî jî mîna Reşît Serdar li dijî dijmin bi hêrs bû. Mîna Rojîn Gewda li çiyayan dimeşiya. Eger heval Zelal şehîd bûye wê demê divê em teqez vî şerî qezenç bikin. Rola wê gelekî mezin bû."