Ehmed: Heta ku Reqa rizgar bibe, sekn li me nîne
Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed: Pêngava me bi rengekî serketî dewam dike. Hem moralê gel hem jî yê şervanên me bilind e. Heta ku Reqa rizgar bibe, sekn li me nîne.
Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed: Pêngava me bi rengekî serketî dewam dike. Hem moralê gel hem jî yê şervanên me bilind e. Heta ku Reqa rizgar bibe, sekn li me nîne.
Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê hat destpêkirin, di qonaxeke girîng de ye. Di vê çarçoveyê de şervanan dor li bajarokê Tebqayê girtine, ku ev der ji bo rizgarkirina Reqayê cihekî girîng e. Operasyona paqijkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê û tenêhiştina Reqayê, ku di şeva 21'ê Adarê de dest pê kir, dewam dike. Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, ev operasyon ji ANF'ê re nirxand.
Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê ji bo paqijirina rojhilatê reqayê ji çeteyan hatibû destpêkirin û di vê pêngavê de encamên girîng bi dest ketin.
Berdevk Cîhan Şêx Ehmed got, "Bajarokê Keramayê ji çeteyan hat paqijkirin. Ji bo dor li Reqayê bê girtin, ev encameke girîng bû. Bi vî awayî aliyê rojhilat ê Reqayê hema bêjin bi temamî hat girtin. Rêyên bejahî ya navbera Reqa, Tebqa û Helebê ket kontrola hêzên me. Piştre di ser Çemê Firatê re me dest bi pêngava rizgarkirina bendav û bajarê Tebqayê kirin. Bi dehan gundên li dora Tebqayê ji çeteyan hatin paqijkirin. Di şeva 21'ê Adarê de baskek ji aliyê bendava Tebqayê, baskekî din jî hem ji hewa hem jî ji ser ava bendavê ji bo dorê li bajêr bigire ketin nava tevgerê. Bi vê yekê re operasyona ji bo dorê li Tebqayê bigire bi lez û bez dest pê kir û bi pêş ket. Gund û gundikên li rojavayê Tebqayê hatin rizgarkirin. Balafirgeha Tebqayê ku yek ji balafirgehên girîng ên Sûriyeyê ye, hat paqijkirin. Niha tenê du gund man e ku hêzên me bikevin nava taxên vî bajarokî. Piştî ku ev her du gund di demeke kurt de hatin rizgarkirin, bi temamî dor li bajarok were girtin. Û bi vê yekê re operasyona me jî wê hê bi lez bimeşe."
Cîhan Şêx Ehmed anî ziman, nuqteya herî girîng a di vê operasyonê de rizgarkirina Balafirgeha Tebqayê bû û wiha dewam kir: "Balafirgeha Tebqayê ji destê rejîmê ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê. Çeteyên DAIŞ'ê ev balafirgeh weke navenda plansaziyê bi kar danîn. Her wiha parastina Tebqayê jî xurtir dikir. Baskê operasyonê yê ji aliyê bendavê ve hat, yanî ji aliyê bakurrojhilat ve hat, beşeke girîng a bendavê ji çeteyan paqij kir. Bendava Tebqayê ne tenê deriyê ketine nava bajêr e, di heman demê de ji bo jiyana aborî ya gelê herêmê û hilberîna elektrîkê ya li ser çemê Firatê, hem girîng e, hem jî hesas e. Dema ku me dest bi operasyonê kir, armanca me ya herî girîng ew bû ku zerar negihêje bendavê. Ev ji gelek aliyan ve bi ser ket. Rewşa bendavê baş e. Li cihên bendavê yên hatine rizgarkirin, endezyaran kontrol kirin û di karkirina bendavê de ti pirsgirêk nîne."
Ehmed destnîşan kir, ku ew ê teqez Tebqayê rizgar bikin û anî ziman, hêzên wan ên di pêngavê de cih digirin, bi moraleke mezin xeleka li dora bajêr teng dikin.
Ehmed got, "Pêngava rizgarkirina Reqayê ku di 5'ê Mijdarê de dest pê kir, bi gavên serketî didome" û wiha dewam kir: "Di vê pêngavê de aliyê ku herî zêde em li ser disekinin û hesas in, ewlehî û jiyana sivîlan e. Gelê li herêmên tên rizgarkirin, bi kêfxweşî pêşwaziya hêzên me dike. Mirovên li gundê hatiye rizgarkirin û yên ji DAIŞ'ê reviyane û hat, li herêmên di kontrola hêzên me de ne bi moraleke mezin jiyana xwe didomînin. Piştî ku gundên wan ji mayin û xefikan tên paqijkirin, vedigerin cih û warên xwe. Şêniyên herêmên hatine rizgarkirin, her wiha cihê xwe di nava hêza şer de jî digirin. Di pêngava me ya dijî DAIŞ'ê de heta niha tevlîbûneke xurt li nava hêzên me çêbûye.
Her roj hejmarek ji şêniyên Tebqayê ji navenda bajêr berê xwe didin herêmên hêzên me lê ne. Gelê ku ji zilma çeteyan bêzar bûye, bi zor û zehmetiyê xwe digihîne herêmên hêzên me. Bi vê wesîleyê ez bang li gel dikim, ku ji bo xwe ji zilma DAIŞ'ê rizgar bike, bê herêmên şervanên me. Dema tiliya mirovek ji gelê herêmê xwîn dibe, em pê dêşin. Çeteyên DAIŞ'ê vîna mirovên li herêma dagir kirine, têk birine.
Pêngava me bi rengekî serketî dewam dike. Hem moralê gel, hem jî yê şervanên me bilind e. Heta ku Reqa rizgar bibe, sekn li me nîne."