Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Endamê Komîteya Navendî ya PDK'ê û berpirsyarê demekê yê Silêmaniyeyê Edhem Barzanî, li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû.

Bombarûmana dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, ku di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, li Başûrê Kurdistanê di nava gelek hêzan de cihê nerazîbûnê ye. Rêveberên partiyên siyasî jî nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew mîna partiyên bêdeng dimînin nafikirin. Yek ji van kesan jî endamê Komîteya Navendî ya PDK'ê û berpirsyarê demekê yê Silêmaniyeyê Edhem Barzanî ye.

'YA GEL BIPARÊZIN YA JÎ BIHÊLIN KU GEL XWE BIPARÊZE'

Dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan bombe li gundê Kanî Mezin ê herêma Kanî Masî barand û mamoste Xalid Ebdûlrehman Şemsedîn şehîd xist. Edhem Barzanî li ser vê êrişê peyamek weşand. Barzanî hikumet rexne kir ku gel li hemberî êrişên dewleta Tirk bêparastin hiştiye. Edhem Barzanî li ser hesabê xwe yê şexsî yê medya dîjîtal ev peyam weşand:

"Bi xemgîniyeke mezin min bihîst ku ji ber bombardûmana balafirên şer ên Tirk li derdora gundê Kanî Mezin ê Kanî Masiyê mamoste Xalid Ebdûlrehman Şemseddîn şehîd bûye.

Ji ber êriş û bombardûmana balafirên şer ên Tirk ji Zaxoyê heta Silêmaniyeyê bi dehan mirovên me yên sivîl ên bêguneh şehîd bûn. Êrişan şermezar dikim. Ji malbata mamoste û gelê herêmê re sersaxiyê dixwazim. Hêvîdarim ku wê pêşî li van êrişên hovane bê girtin ku keç û xortên me yên li ser xaka xwe ne şehîd dixin. Dixwazim ku pêşî li wan bê vekirin ku xwe biparêzin, ya jî hin hêz wan biparêzin."

Barzanî di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên il ser Efrînê ji radyoya Dengê Amerîkayê re axivî bû û diyar kiribû, ku êrişên dagirkeriyê wê dewam bikin, dewleta Tirk wê piştî Efrînê ji nû ve berê xwe bide Başûr û bixwaze qadeke hîn berfirehtir dagir bike.