Dundar: Temenê AKP-MHP'ê bi dawî bûye

Parlamentera HDP'ê Pero Dundar li Mêrdînê di Nobeda Demokrasiyê de axivî û got, "Bi israr dixwazin li Rojava, li Başûr şer bidomînin. Hewl didin temenê xwe dirêj bikin. Lê belê bila her kes zanibe ku temenê AKP-MHP'ê bi dawî bûye."

Li Mêrdînê çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î di roja 22'an de ye. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk îro jî xwestin ku çalakiya nobedê ya HDP'iyan a li Parka Karayollari ya li navenda bajêr asteng bikin. Çalakî li pêşiya avahiya HDP'ê ya Bajêr hate kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar li qada çalakiyê axivî û bal kişand ser malbatên ku li ber avahiya partiya wan bi îdîaya ku zarokên wan çûne çiyê rûniştine.

Dundar got, "Dewletê xwe ewqasî biçûk xistiye ku hewl dide bi rêya malbatên me êrîşî me bikin. Bi malbatên ku şandine pêşiya avahiya rêxistina me ya Amedê hewl didin polîtîkaya xwe ya qeyûm binixumînin. Siyaseta AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê û Kurdistanê têk çûye. Ne bi vî rengî bûya wê Erdogan bi rêya qeyûm şaredariyên me yên bajarên mezin desteser nekiribûya."

BANG LI MALBATÊN LI PÊŞIYA AVAHIYA HDP'Ê KIR

Dundar bi bîr xist ku bavê wê Hasan Dundar di sala 1993'an de bi kuştinên kiryar nediyar hate qetilkirin û bang li malbatên li pêşiya avahiya partiya wan rûniştîne kir: "Belê em jî zarokên xwe dixwazin. Ez jî bavê xwe dixwazim. Ez jî dixwazim ku kujer eşkere bibin û hesab bidin. Rûbirûbûn pêk were û hesab bidin. Vê bangê li wan malbatên rûniştîne dikim. Werin em bi hev re biçin ber deriyê hikumetê. Em deriyên AKP û MHP'ê bigirin, hesab ji wan bipirsin. Em bêjin, 'Werin em şer biqedînin, bila zarokên me hemû vegerin mala xwe'."

Dundar anî ziman ku AKP-MHP di şer de israr dike û got, "Bi israr dixwazin li Rojava, li Başûr şer bidomînin. Hewl didin temenê xwe dirêj bikin. Lê belê bila her kes zanibe ku temenê AKP-MHP'ê bi dawî bûye."

'ÇARESERÎ BI OCALAN RE DIBE'

Dundar peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku gotibû, 'Eger firsend bê pêşkêşkirin ez ê di nava hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim' û bang kir ku deriyên Îmraliyê bê vekirin ku çareserî pêk were.