Dr. Berwarî: Peymana li ser Şengalê dewama êrişên DAÎŞ'ê ye

Hevserokê Eniya Gel a Demokratîk û endamê KNK'ê Dr. Kamîran Berwarî got, peymana PDK-Bexdayê ya li ser Şengalê dewama êrişên DAÎŞ'ê ye û ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir.

Hikumeta Iraqê û PDK'ê di 9'ê Cotmeha 2020'î de mohra xwe danîn binê peymanekê û bi vî rengî îradeya xelkê Şengalê û saziyên wan nas nekirin. Peyman bû sedema nerazîbûna civaka Êzidî û gelek derdoran. Bi vê peymanê re hatibû xwestin Navendên Asayîşê yên Êzdixanê bên girtin û zêdetirî 8 hezar leşker sewqî herêmê bên kirin. Piştî nerazîbûn hatin nîşandan rayedarên Iraqê neçar mabn hevdîtinê bi Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê re bikin. Di hevdîtinê de biryar hatibû girtin ku wê navendên asayîşê yên Êzidxanê yên li Şengalê, Sinûnê û Xanesorê neyên girtin.

 

Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamîran Berwarî, sedem û encamên peymana Şengalê û rageşiyên li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand. 

'DIXWAZIN KURDAN BÊ TÊGEH BIHÊLIN'

Berwarî anî ziman ku li Rojhilata Navîn hin hêz hene ku dixwazin li gorî siyaset û berjewendiyên xwe yên şexsî Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin û got: "Gelên Kurdistanê zêdetirî 200 sal in di nava têkoşîn û berxwedanek mezin de ne. Lê mixabin îro Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin. Sedema vê jî ew e ku yekitî û statuya Kurdan tineye, xaka Kurdistanê tê dagirkirin. Piştî 40 salên dawî têkoşîna Kurdan kete merheleyek cuda û nû. Rojhilata Navîn di sedsala 21'ê de tê xwestin kuji nûve were dîzaynkirin. Piştî sala 1980'î şerê Îran û Iraqê çêbû, şerê yekemîn û duyemîn heta sala 1999’an berdewam kir û heta hêzên Emerîkî hatin Iraqê bi cih bûn. Li Rohilata Navîn hinek hêz hene ku dixwazin li gorî siyaset û berjewendiyên xwe yên şexsî Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Di van dîzaynan de jî Kurdan ti maf û hiqûq nîne. Ti têgeha Kurdan li gel Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê tineye û xaka Kurdistanê li gel van dagirkeran tê parvekirin. Li hemberî vê dagirkeriyê îradeyek xurt a Kurdan bi sê xalan hatiye afirandin. Ya yekemîn rizgarkirina Kurdistana mezin, ya duyemîn azadiya gelê Kurd û Kurdistanê. Xala sêyemîn jî statuya Kurdan e. Bila tevahiya gelên cîhanê bizanin ku ji îro pê de Kurd bêstatu ti jiyanê qebûl nake û ti carî jî qebûl nekiriye."

'BAŞÛR Û IRAQ HEVKARÊN ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ NE'

Berwarî bal kişand li ser peymana di 9'ê Cotmehê de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK'ê de li ser Şengalê hat îmzekirin û wiha pê de çû: "Komploya li Şengalê berdewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li dijî civaka Êzidî ye. Dema ku di sala 01.06.2014’an de ev kompolo li Urdun û Ûmanê pêk hat,  11 hêz û alîgirên Kurdistanî li gel DAÎŞ'ê amade bûn û dest bi plana êrîşa li ser xaka Kurdisanê kirin. Ev komplo hîn jî dewam dike û nehatiye hilweşandin. Her wiha dewletên cîran û 7 welatên navdewletî jî di vê komployê de cihê xwe girtin. Dagirkirina Şengalê di sala 03.08.2014’an de û di 9'ê Cotmeha 2020’an de her du jî heman tiştek û çi ferqa xwe ji hevdû tineye. Êrîşa ku DAÎŞ'ê di sala 2014'an de nivî de hiştin, îro ev hêz dixwazin vê êrîşê temam bikin. Armanca herduyan jî heman e. Hevkarên êrîşa li ser Şengalê Başûr û Iraq e. Bi van êrîşan dixwazin civaka Êzidî ji hevdû qut bikin û civakê parçe bikin."

'BÊRÛMETIYA PDK'Ê Û IRAQÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN'

Berwarî da zanîn ku bêbextiya li ser Şengalê di bin kontrola hêzên dagirker de tê meşandin û wiha berdewam kir: "Piştî civîna li Urdun û Enqereyê biryar hate girtin ku peyman li ser Şengalê were îmzekirin. Hêzên dagirker dixwazin ew çeteyên DAÎŞ'ê yên ji derve mane bînîn li herêmê bi cih bikin. Ev hêzên dagirker dixwazin nexşeya Şengalê ji holê rakin û li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin. Ev hêz bi xwe jî baş dizanin ku xweseriya Şengalê wê dawî li dîktatoriya li hemû parçeyên Kurdistanê bîne. Vê yekê ji bo xwe weke gefê dibînin û dixwazin xweseriya Şengalê têk bibin. Vê peymanê dixwazin peyamê bidin hemû gelên Iraqê û Kurdisanê ku ti kes daxwaza azadî û mafên xwe yên herî rewa nekin. Her herêm li gorî rengê xwe mafê xweseriyê û otonomiyê heye. Ti mafê ti kesî nîne ku xwe daxilî kar û barê Şengalê bike. Bêrûmetî û şerma herî mezin ew bû ku pêşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê xelkê Êzidî bêparastin hişin û paş de reviyan. Wê kesên ku Şengalî bi tenê hiştine li pêş çavê dîrokê de wê bên darizandin. Dîsa bêrûmetiya herî mezin ew e ku piştî 6 salan werî herêmê û bibêjî civaka Êzidî 'ez ê we birêve bibim'. Êrîşa li ser Şengalê û bêrûmetiya pêşmergeyên PDK’ê wê ti carî di dîroka Kurdistanê de neyê jibîrkirin. Ji derveyî hêzên Şengalê ti hêzan maf tineye ku berê xwe bidin Şengalê. Xwediyê Şengalê ew kesên ku di eniya berxwedanê de li ber xwe dan û şehîd ketine. Xwediyê Şengalê malbatên Şêhîdan û Hêza Parastina Şengalê ye."

'GELÊ ŞENGALÊ LI BER XWE DIDE'

Berwarî da zanîn ku piştî peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê di navbera Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û PDK’ê de her wiha bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hatî, ji wê demê heta niha civaka Êzidî li ser lingan e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelê Şengalê bi her awayî li ber xwe dide û çalakiyên xwe bi awayek demokratîk pêk tîne. Nerazîbûna xwe û metirsiya li ser xwe didin diyarkirin. Li gel vê yekê jî veguhestina leşkerî dewam dike û dixwazin bi deh hezaran hêzên çekdar derbasî Şengalê bikin. Niha pêwîstiya Şengalê bi ti hêzek leşkerî ya ji derve nîne, ji ber hêza parastinê a Şengalê ku ji keç û xortên Êzdiyan pêk tê dikare Şengalê biparêze. Keç û xortên Êzidî li hemberî hemû êrîşên derve û hindir di çarçoveya parastina rewa de gel û destketiyên gel parastine. Peymanek bê xelkê Êzidî bi ti awayî nayê qebûl kirin. Ji xwe bi vê peymanê dixwazin xweseriya Şengalê ji holê rake û ti tişt bi navê civaka Êzidî nemîne. Ev jî tê wê wateyê ku kompoloyek herêmî û navdewletî li ser xelkê Êzidî û tevahiya Kurdan tê meşandin. Ev hêzên komploger dixwazin destpêkê vê plana xwe ya qirêj li ser Şengalê biceribîn û paşê berê xwe bidin Rojava û Başûrê Kurdisanê. Tişta ku vê komployê pûç dike jî îrade û berxwedana civaka Êzidî ye. Divê tevahiya gelên Kurdistanê û alîgirên demokrasiyê li dijî vê komployê derkeve û cihê xwe li gel civaka Êzidî bigre û destûra fermanek din nedin. Ji ber ku birîna Êzidiyan 6 sal e dikele û nahêlin ev birîn bê dermankirin."

'BERHEMÊN XWÎNA ŞEHÎDAN BIPARÊZIN'

Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamîran Berwarî, di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî Kurdistanê kir û got: "Divê çar parçeyên Kurdistanê li dora Şengalê, Hêza Parastina Şengalê, keç û xortên xwe kom bibin û berhemên xwîna şehîdên xwe biparêzin. Di heman demê de ez bang li partiyên siyasî hemû û hêzên navneteweyî dikim, pêwîste ti kes li dijî fermanek nû bêdeng nemîne. Heke Şengal were valakirin wê parçeyek Kurdistanê vala bibe. Ji bo parastina Şengalê çi ji destê me were em ê bikin."