Doz li malbatên Roboskiyê vekirin

Bi îdîaya ''propagandya rêxistinê'' doz li malbatên Roboskiyan hate vekirin, ku zarokên wan bi balafirên şer ên artêşa Tirk hatibûn qetilkirin.

Derbarê malbatên Roboskiyan, ku 34 xizmên wan bi balafirên şer ên artêşa Tirk hatibûn şehîdkirin  bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. Doz ji ber pankartên  4'emîn salvegera komkujiyê de hatibûn vekirin, hat vekirin û wê danişîna ewil a dozê piştî 8'emîn salvegera komkujiyê bi 2 rojan pêk bê. 

 
Di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê balafirên şerî ên artêşa Tirk 34 kes Kurd şehîd kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, bi hinceta pankartên di 4'emîn salvegera komkujiyê de hatibûn vekirin lêpirsîn dabû destpêkirin. Wê bi çarçoveya lêpirsînê  îfadeya Ayaz Encu, Aysel Encu, Berivan Encu, Cahide Encu, Cihan Encu, Fadile Tosun, Hanim Encu, Heybet Encu, Muhsin Aykut, Selcan Encu, Semire Encu, Sevcan Encu, Sozdar Encu û Tufan Saydam û Meral Geylani û Yannis Vasilis Yaylali were standin. Dozgeriyê piştî îfadeyan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdianame qebûl kir. Wê danişîna ewil a dozê piştî 8'emîn salvegera komkujiyê bi 2 rojan pêk bê.