Dorpêçkirina Tabqayê: Şerê dijwar diqewimin

Di navbera Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê yên ku navçeya Tabqa ya Reqayê dorpêç kirine û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê dijwar diqewimin.

Operasyona Tabqayê ya ku ji aliyê Şervanên  Hêzên Sûriye a Demokratîk  tê meşandin di  roja 11’emîn de didome.  Li gundê Mişerfeyê yê bakurê Tebqayê şerê dijwar qewimîn. Hat ragihandin ku wesayîta çeteyan a bombebarkirî  ji dûr ve beriya bigihêje armanca xwe, hat îmha kirin.

Di şer de panzêrek û cenazeyê  2 çeteyan ket destê şervanan. Her wiha 2 şervanên QSDʹê di bersivdayîna çeteyan de bi sivikî birîndar bûn.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê navçeya Tabqayê ya Reqayê dorpêç kirine û şerê dijwar diqewimin.