Diyar Xerîb li Berlînê hate bibîranîn

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb hate bibîranîn.

Di 5’ê Tîrmehê de di êrîşa dewleta Tirk de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) şehîd bûbû. Diyar Xerîb li Berlîna Elmanyayê hate bibîranîn.

Di bibîranînê de Zeynep Celalî axaftineke kurt kir. Piştre çalakgerê Kurd Edîp Xaneqînî axivî. Xaneqînî got ku “Rêheval Helmet jiyana xwe dabû têkoşînê. Wî li ser gelê Başûrê Kurdistanê bandoreke mezin hişt û bi saya wî gelek mirov bûn welatparêz. Bi saya wî gelek kes ji feraseta feodal û eşîrparêziyê berê xwe dane welatparêziyê.”

Piştî axaftina Komîsyona Malbatên Şehîdan, bibîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.