'Divê daxwazên girtiyan were qebûlkirin'

Hevserokên DBP’a Wanê diyar kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de meşrû ye û ew ê bi girtiyan re bin.

Hevserokên DBP’a Wanê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar ji bo bicihanîna daxwaza girtiyan û rakirina tecrîdê bang li Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kirin.

Hevserokên DBP’a Wanê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku ew bi girtiyan re ne û heta ku daxwazên girtiyan were bicihanîn ew ê têkoşînê bidomînin.

Hevserok Varli diyar kir ku îzolekirina girtiyan a ji mafên mirovî, malbat û fikrê wan li her dera dinyayê sûc e û got “Tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye. Daxwaza girtiyan daxwazeke wisa ye ku dikare were bicihanîn. Girtiyên siyasî li hemû girtîgehan dixwazin ku hiqûq pêk were. Em DBP jî diyar dikin ku em bi girtiyan re ne û heta ku tecrîd rabe em ê têbikoşin.”

Hevserok Ûyar jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in di bin şertên tecrîdê ne ye û got “Ev tecrîd di şexsê rêzdar Ocalan de li hemû gel tê kirin. Tirkiye bi van polîtîkayên tecrîdê re di warê siyasî, civakî û ekonomîk de xwe anî asta tecrîdê. Rêzdar Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û ji meba Tebaxê ve agahî jê nayê stendin. Em bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Em bang li Wezîrê Edaletê dikin ku bila têkeve nav hewldanan û daxwazan qebûl bike. Bidawîkirina tecrîdê wê Tirkiyeyê jî aram bike. Ez jî malbateke girtiyan im, heke ev dirêj bidome, ez ê jî têkevim greva birçîbûnê.”