Dînç: Hewl didin fikrê Ocalan tasfiye bikin

Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir ku li cîhanê tecrîdek mîna ya li Îmraliyê nîne û got, "Hewl didin fikrê Ocalan tasfiye bikin."

Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, panelek hate lidarxistin. Pankarta bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li salona panelê hate daliqandin.

Panela ku ji aliyê Cîgirê Hevserokên HDP'ê yê Bajêr Îrfan Soner ve hate kirin, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç, Parlamentera HDP'ê Dersim Dag, Rêveberên Komeleya 78'an Şehmûs Dokû û Ganî Alkan beşdar bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad, Kongreya Civaka Demokratîk, Dayikên Aştiyê û gelek endamên partiyê panel şopandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê rêveberê Komeleya 78'an Ganî Alkan axivî û qala dîroka çalakiyên greva birçîbûnê kir.

Rêveberê din ê komeleyê Şeyhmûs Dokû jî li ser greva birçîbûnê ya li Zanîngeha Amedê axivî ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de veguherî bû navenda êşkenceyê. Dokû diyar kir ku çalakgerên niha yên greva birçîbûnê ji bo jiyaneke hîn bedew dixwazin tecrîda li ser Ocalan û tevahiya civakê bê rakirin.

Dokû bal kişand ser girîngiya pêkhatina yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd û pêwîstiya bi têkoşîna hevpar destnîşan kir.

'VEGUHERÎ TECRÎDA MUTLEQ'

Wasiyê Ocalan û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç jî anî ziman ku tecrîda 21 sal in li Ocalan tê ferzkirin êdî veguheriye tecrîda mutleq.

Dînç ragihand ku li cîhanê tecrîdeke mîna ya li Îmraliyê nîne û got, "Li Îmraliyê însiyatîf bi tena serê xwe ne di destê Tirkiyeyê de ye. Hêzên hegemon jî dixwazin fikrê Ocalan tasfiye bikin."

Piştî axaftinan panel bi rengekî ji çapemeniyê girtî dewam kir.