Dijmin jî wê Doga Zîlan ji bîr neke

Doga Zîlan bû eyloya çavşîn ku di dîroka Kurdistanê ji hêwayê derbên giran li dagirkeran dayî. Ji ber vê du hêz hene ku ti caran wê Doga Zîlan ji bîr nekin; hevrêyên gerîla û dijmin.

Bîra xakê heye, bîra me heye, bîra Kurdistanê heye. Ti tiştî, ti kesî ji bîr nake...Gerîla Dogan bila hemû rêyên ezmên û rûzemînê li te vekirî be. Bila rêya te vekirî be!
Nav çendî gelek tiştan dibêje li nav gerîla. Li nav gerîla herî pir li ser vê mijarê zehmetî tê jiyîn. Gerîla lê difikire û dibêje gelo ez çi navî xwe li bikim da ku layiqî Kurdistanê, gelê me, vê dozê be. Têkoşer, Rêber, Azîme, Zelal, Mihrîban, Cemal, Kemal, Hakî, Hogir, Besê, Zarîfe, Hewreman, Canfeda, Çiyager...Belkî navên bi hezaran wate jî têne hilbijartin. Gerîla Doga Zîlan tim navên tarîfî hilbijart û tim bû layiqî vê dozê. Doga Zîlan dema ku xewnekrojkên xwe kire nav kefa destê xwe, kete ser rêya azadiyê navê wê Dîrok bû. Dîrok ya ku tim zindî, bi me re mezin dibe, qet namire, nasekine weke herka enerjiyê. Gerîla Dîrok li ser rêya azadiyê li gelek qadan ked da. Bi keda xwe xwe hona, afirand, çêkir û weke navê xwe li nav dîrokê ma. Bi bîra her kesî tê; wan kêliyên şoreşê yên efsaneyî ku ciwanan 2015-1016'an li bajarên Bakur afirandin û wan birînên ku hê nekewiyane. Jineke dî derketibû holê ku bûbû alîkar da ku ev birîn bikewin û dilê gelê Kurdistanê hînek kiribû bi çalakiya xwe; Doga Jiyan. Gerîla Dîrok, ji bo ku vî giyanê Dogan Jiyan bide jiyîn û bibe şopdarê xewnerojkên wê navê wê li xwe kir û rêya xwe domand. Gerîla Dîrok bû jiyeneke ku du fedayî kirin yek, bû şêwaz, û belkî bû rastiya jinê ku bi navên dîrokê derketî holê. Ji ber vê jî heqê navê xwe da û bi rengê Doga Zîlan domand. Doga bû gerîlayek ku dîrokê di nav xwe de vedihewîne, dide jiyîn.

Doga Zîlan bû hêza pêşî ya hewayî ya gerîla, PKK'ê, dîroka Kurdistanê, Kurdan belkî ya Rojhilata Navîn jî. Doga Zîlan bû xwediyê anor, rûmeteke wiha. Hêza jinê ya PKK'ê, xwe danî holê û şanî me da. Gerîla rastiyeke wiha ye ku dilê xwe ji nûbûnê re vedike, bi mêjiyê xwe hembêz dike û li jiyanê dide rûniştandin. Gerîla hem ji bo şêwaza jiyanê hem ji bo şêwaza şer belkî jî ji bo têgihîna gemarî ya serwer paqij bike hêza herî mezin e. Di Têkoşîna Azadiya Jinê de jiyana wê navê wê ye ku du jinên fedayî di xewnerojkan de anîne cem hev û hewldana ku wan bike jiyanî. Gerîla Dîrok, bû navê wê ku di şexsê xwe de 3 jinên fedayî anîn cem hev. Tişta ku li ser navê gerîla tim xeyala wê dihate kirin pêk anî. Çû nav stêrikan û bû şehîda pêşî ya hêzên hewayî ya gerîla.

Doga Zîlan bû eyloya çavşîn ku di dîroka Kurdistanê ji hêwayê derbên giran li dagirkeran dayî. Ji ber vê her bîra Kurdistanê, bîra xakê, heke bîra me mirovan xayintiyê bike jî wê ti caran Doga Zîlan ji bîr bike jî du hêz hene ku ti caran wê ji bîr nakin; hevrêyên gerîla û dijmin.