Dîcle: Bi perspektîfa 1918-1921'ê divê têkoşîn were geşkirin

Ji KCK'ê Huseyîn Dîcle got divê Kurd û Tirk li dijî faşîzmê eniya têkoşîna hevpar ava bikin û diyar kir bi perspektîfa bihevrebûnê ya 1918-1921'ê divê vê têbikoşin.

Yek ji rêveberê KCK'ê Huseyîn Dîcle got besiva herî watedar a ji bo kongreya Erzerûm û Sêwazê avakirina eniya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê ye û domand, ''Polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê zirarê ne tenê dide Kurdan, her wiha dide Tirkan jî.'''

Rêveberê KCK'ê ji bo salvegera Kongreya Sêwazê ji ANF'ê re axivî.

Li ser kongreyên Erzerom û Sêwazê Dîcle got, ''Bi teşebûna komarê û pêvajoya komplo û provakasyonê vedibêje. Provakasyon tevgera berevajî pêvajoya kongreya Erzerom û Sêwazê û di encama wê de xwestine çaresernekirina pirsa Kurd  e ku heta niha didome.''

Dîcle got wê demê Kurd li dijî hêzên îtîlafê berwedan hebû û ji ber vê sedemê Mustafa Kemal beriya ku derbasî Anatoliyê bibe derbasî Kurdistanê dibe û got,  ''Beriya Anatoliyê kombûna kongreya Erzerom û Sêwazê qonaxên girîng ên vê pêvajoyê ne. Erzerom û Sêwaz du bajarên girîng ên Kurdistnanê ne. Wê demê navendên siyasî û civakî yên Kurdisanê ev du bajar in.''

Dîcle wiha domand: ''Mustafa Kemal bi wê fikrê bû ku rêxistiniya berxwedanê bike. Ji ber vê jî biryar li ser dide ku cihê herî rast Kurdistan e û li ser vê bingehê diçe Kurdistanê û Erzeromê.''

Dîcle diyar kir di wê pêvajoyê de Tirkîtî ne wiha li pêş bû, heke wiha bûya Kurd çima wê biçûna wan kongreyan û bi ser de yên ku Mustafa Kemal tevlî van kongreyan kirî Kurd bûne û got, navenda stratejîk a berxwedanê Kursdistan bû û li ser vê Mustafa Kemal li dijî hikûmeta Osmanî derket, beriya vê pêvajoyê li deverên din ti berxwedaneke ku zorê bike tinebû. Dîcle got, ''Mustafa Kemal dixwest hêza siyasî ya Kurdan bide pişt xwe her wiha ya leşkerî jî û bi vê berxwedana li Rojava karîger bû. Kurdistan ji bo piştî wê bi rola herêma rizgarkirî rabû. Em bifikirin ku têkoşîna li Rojava bi ser neket heke wê teslîm nebûna bihatana Kurdistanê û li ser stratejiya nû nîqaş bikirana.''

Dîcle got, ''Ji hêla dîrokî ve cografyayên Anatoliyê û Mezopotamyayê bi tifaqeke stratejîk bûne. Her du cografya dema ku pişt dane hev bûne hêz.  Ya ku têkiliya Kurd û Tirkan diyar dike jî ev rasteqînî ye. Dema ku Tirk li Anatoliyê bi cih dibin têkiliya bi Kurdan re bi vê çarçoweyê ye. Bi vê tifaqê Tirk derbasî Anatoliyê dibin û ev didome.  Tifaqa pêşî ya Kurd û Tirkan bi çarçoweya hîsa Îslamî li dijî Bîzansê çêdibe. Armanca vê tifaqê şikandina hêza Bîzansê ye. Du alî jî li ser vê hevkarî kiribûn. Piştre tifaqên Kurd û Tirkan didomin.''

Dîcle bi berdewamî got, ''Di vê pêvajoyê de li ser pêkhatina yekîtiya Tirk û Kurdan dagirbûna Anatoliyê û Kurdistanê diyarker bû. Li Anatoliyê û Kurdistanê, li her deverê rêxistinên berxwedanê çêdibûn û ev rêxistinên lokal şer dikirin. Berxwedanên li Kurdistanê zêdetir biryardar bûn û encam distandin. Lê ev berxwedan lokal diman û ne bi bernameyeke strajîk bûn. ''

Dîcle got, ''Bi vê çarçoweyê rêxistinên berxwedanê yên Kurdistanê ber bi hev ve hatin. Di kongreya  Erzeromê de ev pêk hat. Ji vê jî wêdetir, desteke rêveberiyê hate avakirin ku temsîla tevgera berwwedanê dikir û wiha ber bi Kongreya Sêwasê va çûn.'' Dîcle bi domarî got, ''Di Kongreya Sêwazê de yekîtiya tevgerên berxwedanê bi temamî pêk hat. Şeklê zemîna siyasî û civakî ya pêvajoyê wiha ye. Dagirbûna fiilî hem ya Anatoliyê û hem ya Kurdistanê fikra ku divê têkiliyên Kurdû Tirkan dîsa zindî bibin bi xwe re anî.''

Dîcle li ser diyalektîka yekîtiya Kurd û Tirkan got, ''Xwe disparte naverokeke siyasî û divêtiyeke wiha bû ku şert û mercan ev dianî. Rêber Apo dibêje ew divêtî bi qasî wê pêvaoyê niha jî hewce ye. Nniha jî komplo û provakasyonek li ser têkiliyên Kurd û Tirkan tê ferzkirin. Desthilata AKP-MHP'ê faşîzmeke pir zirav dikin. Wiha nîşan didin wek ku li gorî Mîsak-î Millî tevdigerin. Ev berevajîkirin e. Cihên di nav Mîsakê de weke xakên welatê hevpar ê Tirk û Kurdan hatibû pênasekirin. Di kongreya Sêwazê de hatibû gotin Kur û Tirk ji hêla mafê sosyal û nîjadî ve hev nas bikin. Faşîzma AKP-MHP'ê bi temamî vê berevajî dike. Zelal e ku ji bo zemînê ji şerê Tirk û Kurdan re ava bikin vê dikin. Ev bi reşwşeke dî nayê vegotin.  Dewema projeya dewleta yekreng û qirker desthilata AKP-MHP'ê ye.''

Rêveberê KCK'ê Huseyîn Dîcle herî dawî got, ''Polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê ziyanê dide Kurdan, dide Tirkan jî. Faşîzma AKP-MHP'ê li her deverê Kurdan û Tirkan tîne pêşberî hev. Her devera ku Kurd lê ne gefa dagirkirinê lê dixwe. Ev diyar e ku wê felekat be. Ti zemîna siyasî û civakî ya van polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê tine. Desthilatdariyeke berevajî û kombûna sermiyanê li holê ye ku xwe spartiye ser hişmendiya dewletî ya yekreng û milliyetgir û qirker. Ev polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê dema ku her kesî li hev bike dijmin, bike ku her kes bi hev bikeve ti encamê nastîne. Bi teqezî divê pêşî li vê were girtin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, bi vê maneyê divê bi perspektîfa yekîtiyê ya salên 1918-1921'ê têkoşîn were dayin. Ji hêla Kurd û Tirkan ve avakirina eniya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê, ji bo kongreyên ku dikevin sala sedî de wê bersia herî watedar be. Bêguman ne tenê Kurd û Tirk divê gelên din jî, yekîtiya hêzên demokrasiyê ava bikin. Em bang li her kesî dikn ku li dijî faşîzmê li eniyatêkoşîna hevpar bigirin hev.''