Di Pêngava Xezeba Firatê de şer giran e

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundikekî gundê Xes Icêl kirin û şervanên Pêngava Xezeba Firatê jî di cih de bersiv dan. Li vê herêmê şer giran e.

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundikekî gundê Xes Icêl kirin, ku bi 45 kîlometreyan li başûrrojhilatê Reqayê ye. Li ser vê yekê şer derket.

Şerê li vê derê, yê navbera şervanên Pêngava Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ'ê dewam dike.