Di pêngava vegera li azadiyê de Newroz îspatkirina serfiraziyê ye

Şert e ku mirov bibe him nivîskar û him jî milîtanê daxwazên gelê Kurd. Em ê daxwazên gelê xwe binivîsin û bi navê ‘bila ev tişt were pêkanîn’ em ê pêşkêşî despotên zalim bikin.

Newroz bi qasî ku cejna kevneşopî ya gelê Kurdistanê ye, di warê hemdem de jî nasnameya xwe ya neteweyî di salên borî de zêdetir derxist holê, şerê xwe yê gel li ser zemînên zexm bi awayê ku careke din têk neçe jiya. Dema em dîroka Newrozê tînin ber çavê xwe 2602 mîladî û sala 1990’an  serhildanên gel ên Nisêbîn û Cizîrê yên Partiya me di serî de,  wekî pêngava vegera li nasnameya netewebûn û azadiyê de, pîrozbahiyê dibe asteke bilindtir û tê wateya pîrozbahiyeke rastîn.

Dema ku em qala tiştên nû dikin, divê em bi giranî nûjeniya ku me di têkoşînê de bi dest xistiye fêm bikin. Ji aliyekî ve şehadeta milîtanên me yên Partiyê û li aliyê din jî serhildana gelê me ya mezin nîşan dide ku divê Newroz çawa were pêşwazîkirin. Li ser vî esasî asta ku têkoşînê bi dest xistiye çavkaniya rast a hêviyê ye, awayekî nû ya jiyanê ye. Çi ji ber dijmin û çi jî ji ber astengiyên hundirîn be, ev tê wê maneyê ku bibe herikîna azadiyê ya bêyî sekin û ber bi rizgariyeke bêveger ve bimeşe. Bi bihistyariya ku ji bo xweguherînê me dest pê kiriye, heke em fikra xwe bişidînin û hewldanên xwe zêdetir bikin, em ê çawa bi ser bikevin? Me xwest em vê pirsê bibersivînin. Geşedanên derketine holê tê wateya encama hewldanek mezin û hem jî destpêka saleke mezin. Dema ku gel di rojên dijwar re derbas dibin û ev gel, gelê Kurdistanê yê di pêvajoyeke wendabûnê de be,ya ku wekî qederekê diqede û mirov nikare navê wê bike biyanîbûnê, dagirkerî û mêtingerî û van tiştan jî derbas dike, li vê derê afirandina fikr û tevgeran yek ji pêdiviya sereke ya xwedîderketina li taybetiyên bingehîn ên mirovan e. Di vî warî de, afirandin encamên girîng in û di gihîştina tişta nû de destpêkeke pir zexm in.

EM LI KU DERA JIYANÊ NE Û DIVÊ EM LI KU DERA WÊ BIN

Li welatê me ligel ku mirov nizane çawa dijîn, nidizanin divê çawa bimirin jî. Jiyan û mirin, ji bo me wateya xwe winda kiriye. Di vî warî de wateyek din a têkoşîna me di vê xalê de derdikeve pêş. Pênasekirina jiyanê û têgihîştina mirovan a mirin çi ye, taybetmendiyên ku hev îspat dikin û hevdu nas dikin. Di navbera mirin û jiyanê de ferqeke tenik heye. Li cem me ev ferq qediyaye. Em sax in an mirî? ne diyar e. Hemî xeletî ji ber wê yekê ye ku ev cudatî bi tundî nayê kirin. Li ser vê bingehê em ê çawa nêzî cinsê mirovatiyê bi giştî û şêweyên wî yên têgihîitî û pejirandî yên di gelan de bibin, em li ku dera jiyanê ne û divê em li ku dera wê bin? Ji ber ku em nikarin bersiva van pirsan bidin, em nikarin bersivên xurt bidin pirsên em çawa dimirin, kî me dikuje, çawa me dikuje? Em dev jê berdin ku di warê bîrdozî, siyasî û leşkerî de di pozîsyoneke xurt de şer bike, di van mijaran de her tişt herimîne. Ji ber vê sedemê zincîra şaşiyên ku tên zanîn li ser hev tên û ne diyar e ku em li ku hatine xistin û em çawa bi ser ketine. Rastiya neteweyî ya ku derketiye holê ev e: Bi sedsalan her tim xwestiye serî hilde lê derb xwariye, her ku çûye piçekî din nêzikî mirinê bûye û ketiye ber sikratê.

 (…)

Di destpêkê de, min hewl da ku rola xwe ji nû ve binirxînim, ez fikirîm ku ez xwe çawa binirxînim; ez ji ku têm, xwe bigihînim ku derê, tiştên di rêya rast de rizgar bûne çi ne, ez di nava helwesteke çiqasî rast de me, tevî qelsiyên xwe ez çi me, ji niha û şûnde divê ez çawa bidomînim, divê bi awayekî objektîf ez çawa nêzikî xwe bibim, bêyî ku ez şaş bibim divê ez çawa binirxînim. Newroz nêzîkatiyeke wiha dixwaze. Mirov bi rastî jî heyînek awarte ye û di gerdûnê de dikare bifikire. Ev gaveke pir mezin temsîl dike û ne mimkûn e ku em piçekî li ser vê bifikirin em matmayî nemînin. Jixwe bawerkirina bi hebûna wê jî nêzîkatiyeke awarte dixwaze, ji ber vê yekê dema ku mijar tê ser cureyê mirov divê sivik nenirxîne. Aliyên ku di gerdûnê de em gihiştine wê bi qasî ku xwedî qudret e û dide fikirîn ku hebûneke bi êş û elem e. Em naxwazin li vir felsefeyê bikin, lê dîsa jî pêdivî ye. Ji ber ku ger em negihîjin pênaseyeke saxlem ya mirovî, em nikarin wateyekê bidin geşedanên civakî yên ku jê derdikevin. Ji ber vê yekê em nikarin fêhm bikin ka ew çiqasî jîr e. Bi kurtî, di cih de ye ku mirov jîrbûna herî mezin li mirov bar bike. Şahê teknîkên ku em di çavê xwe de mezin dikin, mirov e û jêhatîbûna wî ye. Di vî warî de, em şerê xwe jî tê de mirovan dixe bingeha her tiştî, em dizanin ku me xwe spartiye teknîka herî xurt. Ger pêvajoya mirov temam bibe, em dikarin bigihîjin hêzek ji bombeya atomê bihêztir, ji kêr û şûran tûjtir. Heke hatibe asta ku êdî nayê bikaranîn, nexwe li hemberî me bikaranîneke gelekî xerab a teknîkê heye. Mirovê ku zingar girtiye wê teknîkê kor bike yan jî xwe birizîne û geşedanên din dide sekinandin. Divê em behremendiyên xwe veguherînin behremendiyên rastîn ên gelê Kurdistanê.

 (…)

DÎWARÊN TIRSÊ YÊN SEDSALAN TÊN HILWEŞANDIN

Dema em li salên berê dinêrin, şehadetên watedar ên ber bi nihêrîna rast a Newrozê hene. Di sala 1987’an de di 21’ê Adarê de şehîdên me yên Newrozê hene. Di serî de hevalên Selman, Silêman, Kanat ev in. Her wiha di sala 1987’an de di 18’ê Adarê de heval Orhan û Huseyîn şehîd ketin, di wan rojan de hinek komên me yên din hene ku şehîd bûn. Dîsa di sala 1988, 1989 û îsal de jî şehîdên me çêbûn. Herî dawî Davût, koma heval Bozan ên li Mêrdînê di Çileya 1990’an de, şehadeta dawî ya Selah û hevalên din, piştre serhildana girseyî û şehîdên wê, mînakên herî pak ên xwîna ku ji bo azadiyê divê bê rijandin in. Ev yek gelê me ber bi meşeke wêrektir ve dibe, Partiya me jî dibe sedem ku têkoşînek wêrektir bimeşîne. Bi rastî jî dîwarên tirsê yên ku bi sedsalan weke belayek mezin hatine lêkirin û kêmasiyên rêveberiya milîtan hatin hilweşandin. Di heman demê de, ew dibin bingehên zexm ên ku wê yên nû li ser wê were avakirin.

EZ HER ROJ DESTPÊKIRINÊN NÛ DIKIM

(…)

Em ji bîr nekin ku li dinyayê heke gel bixwazin nasnameya xwe diyar bikin ev ne sûc e. Lê her kes bi awayekî matmayî li diyarkirina me ya nav dinihêrin. Barbariya dijminê heyî bi vî awayî ferz dike û pir bi cesaret e. Gelê me li dinyayê çi xerabî hebe li xwe digire. Ew xerîbê welatê xwe ye, ruh û nasnameya xwe nas nake, haya wî ji diyardeya bi navê azadî nîne. Ecibandina rewşeke wiha eşkere ne mimkûn e. Her çiqas em bi wan re tevbigerin, PKK jî di nav de û em çiqasî pê eleqedar dibin û teşe didinê jî, em wê naecibînin. Me gelek salên xwe wisa derbas kir, wê niha çi bibe? Em ê bibêjin li vir kar wisa dimeşe yan jî ev rewşa ku em tê de ne, ne hêjayî ecibandinê ye.

Ketin pir bi êş e. Windabûn, nenaskirin, nebaşî, nerastî, netemamî pir pêşketî ne. Dema ku hûn dixwazin werin ecibandin, pergal wekî ahtapotê dora te digire. Em hewl didin vî tiştî çareser bikin. Hin heval nû tevlî bûn, yên berê beşdar bûne jî hene. Nizanim hûn ê karibin ji bin rabin û dilê we tehamul bike lê hewl bidin rastiyên me nas bikin, baweriyê bi xwe bînin û hewl bidin meşa xwe bidomînin. Mirov xwe bispêre cihên din, ev tişt mirovan bi pêş ve nabe, bi nirxandinên din encam nayê stendin. Dikare bê gotin ku bi taybetî ji ber ku min xwe nas kir, divê zarokatî jî di nav vî tiştî de hebe, dema ku min bala xwe da çavkaniyên xwe yên fikaran ên sereke û heta îro, vê jiyana ku ez hewl didim pênaseya wê bikim, him ji bo gel û him jî ji bo takekes û him jî ji bo xwe, ez hewl didim wê zeft bikim. Evqas salan em li pey çi bûna, me yê ev zeft bikira lê dîsa jî em hewl dibin zeft bikin.  Em nikarin xwe bixapînin ku bibêjin em dewletekê ava bikin an jî hindik ma em ava bikin, em xwe bi nêzikatiyeke wisa basît jî bi sînor nakin. Em hewl didin di van mijaran de bi berfirehî li rewşê binihêrin. Weke ku tê zanîn min gelek destpêk çêkirine û hema hema her roj dest pê dikim. Dîsa jî, me çiqas girt, çiqas gihîşt, em çiqasî dibêjin em serwer in? Ev çiqas cidî ye? Em dibêjin ya ku em bêriya wê dikin ev e, ev tişt tê xwestin lê em nikarin bersiveke tam bidin wê.

 (…)

Newroz tê wateya destpêka biharê û bi biharê re zayîna her tiştî ye. Weke ku min behs kir, em jî ketin nav pêla jiyanê. Divê hûn di van pêlan de baş avjeniyê bikin, ger hûn karibin xwe bigihînin peravê, wê gelekî baş be. Lê niha em hewl didin ku nexeniqin. Wê demê pêwîst e rastiya meseleyê baş were zanîn. Jiyan bi hêsanî nayê qezenckirin û min got ku ez ji rastiya me hez nakim. Gelek rastiyên ku wê we tatmîn bike, ez wisa nêzikî wan nabim. Ez her roj şerê vî tiştî dikim. Ev meseleyeke pêşengiyê ye û em vî tiştî dimeşînin. Min got ez ê xwe binirxînim. Tê zanîn ku me ev tişt bi dijwarî neanîna vê astê. Ji ber ku ne mimkûn e ku kesên ku ne xwediyê bingehên zexm in tiştan bînin vê astê. Li Kurdistanê her kes dikare her kesî bixapîne, lê ez naxapînim! Li Kurdistanê her kes dikare her kesî bi zorê bibe deran lê ez qet nabim! Li Kurdistanê her kes bi pere dikare her kesî bi kar bîne, lê ez qet nakim! Lê me tevgera herî wêrek, fedekar û herî mezin ava kir û em berpirsyarê vê rewşê ne.

EM HER ROJ TÊN QIRKIRIN

Me anîbû ziman ku statûya ku ji me re hatiye diyar kirin , ne weke ya gelên din e. Ev yek jî ji aliyê sosyolojîk ve gelekî zehmet e û dema zanyarek dixwaze pênaseyekê li ser vê mijarê bike, xwe di zindanê de dibîne. Ji ber vê yekê ew şaş e û ya ku ew dike çalakiyek zanistî ya normal e. Ne mimkun e ku li dinyayê tiştekî wiha were dîtin. Dema ku em li pêşketinên ku li vir derketine dinêrin, di nirxandina wê de em zehmetî dijîn. Hûn ê bibêjin ku ev yek di rastiya Tirkiyeyê de veşartî ye. Ev di rastiya Kurdistanê de, di nava mirovatiyê de û di serdemê de veşartiye. Niha divê em wateya wê zanibin û cihê van hemûyan nîşan bidin û em bi vê re mijûl dibin. Ev digihîje cihekî, lê ne tam. Ji bo vê yekê ravekirinên cuda hene. Ji ber vê yekê yên nû yên em dixwazin xwe bigihînin, em ê wan bi ku ve bikişînin, em ê çawa binirxînin gelekî girîng e.

Di vê wateyê de ger em erkên xwe paşguh bikin, qutkirina ku li ser me tê ferzkirin derdikeve pêş û em her roj di bin qirkirinê de ne. Hawirdora berxwedanê ya hatî afirandin qirkirinê piçekî disekinîne. Eger li hin qad û taybetmendiyan li ser bingeha rast berxwedan neyê birêvebirin, wê rewş ji berê xirabtir be. Weke hûn jî dibînin bi dehan hevrê şehîd ketine û derketina ji bin bandora van rewşan ne hêsan e. Windahiyên piçûk ên ku hêzên din dane wan, bi mehan wan mijûl kirine. Lê ev tişt her roj bi me re diqewimin. Mesele ne tenê şehîd dayîn e; Em rewşên ku her gav hewceyê dil û hêzek mezin a ramanê heye dijîn û em hewl didin ku layiq bin. Divê hûn jî wisa bin. Hevrêtî ew e ku mirov bizanibe bê ka divê çawa were parvekirin. Wekî din hevrêtî nabe! Hûn dikarin bibin endamê eşîrekê, bawermend, oldar, hûn dikarin malbatekê ava bikin, lê hevrêtî tiştek cuda ye. Em hewl didin ku wisa bin. Pêşketinên di hevrêtiyê de sînordar in. Di hevrêtiyê de hev parastin, temenê hev dirêjkirin û hev pêşxistin heye.

(…)

EM DIXWAZIN AZWERIYA JIYANÊ YA GELÊ KURD PÊŞ BIXIN

Pêwîste hem nivîskar, hem wênesaz û hem jî milîtanê daxwazên gelê Kurdistanê hebe. Em ê daxwaznameyekê binivîsin û bêjin ev îradeya gelê me ye û pêşkêşî despotekî zalim bikin û bibêjin “pêdiviyên gel bi cih bîne”. Erê, divê em van tiştan hemûyan bikin û bidin kirin. Her wiha divê em daxwazên gelê xwe şiyar bikin. Daxwazên gelek ji we û gelê me mirine, ji ber vê yekê em daxwazê diafirînin, em dixwazin azweriya wan a jiyanê pêş bixin.

Bi rastî jî pozîsyoneke serokatiyê ya awarte ye ku wê wateyek nû bide Newrozê û wateyekê bide salên 1990'î ku em bi giştî ji xwe re kirine hedef. Divê em hemû qadên jiyanê di xebatên ku jiyana azad mimkûn bike de pêşengtiyê bikin. Banga li vê yekê dijwar e û bersivdayîna yekane rêya rizgariyê ye. Ez dibêjim "Ez di nava vî karî de me." Em ji ku hatine, niha em di çi rewşê de ne? Ez dibêjim ji bo siberojê jî mecburin. Gelê me bangên me bi cih tîne, divê em heqê wê bidin! Lê ew tenê dikarin wekî destpêkek pir bêxebat, pir qels, rêzdar bêne nirxandin. Ji bo îsal jî wisa ye. Em hewl didin ku ji bo her yek ji we bi vî rengî bikin. Destpêkên nû hem ji bo yên kevin hem jî yên nû derbasdar in. Ev ji bo min jî derbasdar e û divê em teqez pêk bînin. Ez dibêjim ku divê ez ji nû ve dest bi gelek tiştan bikim, bi berpirsiyarî. Jiyana bi me bê mubalexe wiha ye. Her ku em li ser bisekinin, ewqas destpêkek nû hewce dike û li ser me ferz dike. Ji ber me berê ev ne jiyaye, derdikeve pêşberî me. Em hewl didin ku çavkaniyên jiyanê vekolin. Hûn li rastiya ku ji dayik bûyî nenêrin, nebêjin temenê me ewqas e, ev bûyerek biyolojîkî, civakî, malbatî ye. Lê hûn dizanin, jiyana civakî li ba me gelek qels û lewaz e. Diyar e ku tu kes ji we li ser vê bingehê qîmetê nade jiyanê û bi rastî jî wisa ye. Ji ber vê yekê dema ku em behsa bingeha siyasî ya jiyana xwe dikin, divê em serkeftinê esas bigirin û hemû tevgerên dijmin têk bibin. Her wiha pêwîst e astengiyên ku bi kevneşopiyên pir xirab û hişk tên birêvebirin û ji înkara jiyanê derdikevin holê, bên rakirin. Di vê wateyê de em behsa jiyaneke ku destpêkekê çêdike dikin û em jê re dibêjin jiyan.

 Divê em di jiyana xwe de jî wiha bigirin dest; Divê em karibin bibêjin sersal, serê mehê û serê saetê. Dema ku em behsa hewcedariya destpêkirina wiha dikin, bi rastî em hewl didin rastiyek girîng bidin nasîn. Bi rastî em heta niha nejiyane ku hûn behsa pîrbûnê dikin. Dîsa jî em dibêjin ku di qonaxên wiha bi wate de em dest bi ezmûna destpêkirinê bikin. Lê em vê zêdegaviyê nakin. Divê em ji bo gelê xwe û ji bo we destpêkên watedar çêbikin.

Ez dibêjim her çend ez bi rastî jiyana xwe û her roj wekî destpêkek nû dibînim, destpêk jî ji min re lazim in. Bi baweriya min gelê me li hemberî zextên hovane yên dijmin ji her demê bêhtir difikire. Gelê me yê li Cizîrê, li Nisêbînê û pêl bi pêl li tevahiya Kurdistanê belav dibe, êdî lêpirsîna em kîne? Em ji aliyê kî tên birêvebirin? Çi bi me dikin? dikin û difikirin. Ev pêşveçûnek baş e. Niha wek PKK’yî em jî baş difikirin. Em ji ku hatine, me ciwaniya xwe fedayê çi kiriye û me çi dît? Ev lêgerîn dibe sedem ku em rast bifikirin. Pêwîste em ji pozisyona civaka lanetkirî ya cîhan li me diyar kirî, em rizgar bibin. Helbet ev yek ne ewqas hêsan e. Ne emperyalîzma kapîtalîst nas dike ne jî sosyalîzm. Tu li ber wan bigerî jî ew te nas nakin. Em ê bibêjin kar karê me ye, çareserî di destê me de ye û em ê bibin çare. Pêdiviyên lehengiyê wisa bi hêsanî nayên bidest xistin. Ji vê rastiyê nayê revîn! Ger hûn birevin, hûnê bên mehkûm kirin. Di dîroka PKK’ê de nirx, sal û roj hene, bi taybetî şehîd hene ku em bi navê wan sond bixwin. Divê hemû rojeva we wek nirxên nû û bi rastî jîndar hebin û bibin destpêk. Em dev ji nêzikatiya ya ji bo nû berdin, baldariya aliyekî rabirdûyê û taybetiyên jiyanî yên wê divê li ba xwe bi cih bikin. Ev hemû vî tiştî li me ferz dike: Em bibin rêberên gel ku berê xwe dane serketinê, kêmasiyan nekin û bi rengekî baş serkêşiyê ji vê meşê re bikin.

(…)

QANÛNA BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Dema em ber bi Newroza 1985’an ve diçûn, divê em vê Newrozê çawa pêşwazî bikin bi hevrê Egît ku divê em wî baş bi bîr bînin? me nîqaş kir. Min ji hevrê Egît re got ‘tu vê Newrozê çawa dibihîzî, binivîse.’ Li ser vê mijarê wî nivîsek amade kir. Di Serxwebûnê de hatiye weşandin, hûn dikarin dîsa bixwînin. Hevrê Egît digot, "Hestên me yên pir barkirî hene", "gelek peywirên me hene ku em bi cih bînin", "Ez nizanim ez çawa têkevim mijarê, ji ber ku hêvî pir zêde ne". Li ser vê bingehê Egît ber bi welat ve bi rê ket û sala 1986’an salvegera şehadeta Egît e. Hewl dida ku bi hest û erkên xwe bi pêş ve biçe. Ev jî ji bo pratîkê rêyek watedar bû. Lê mixabin, piştre yên ku herî zêde pêwîstî pê hebû, bi rewşa ne layiqbûnê re rû bi rû man. Lê dîsa jî ger wê demê baş pêşengî bihata kirin, wê îro encamek pir bihêztir derxista holê. Ew ê bibe sedema hewldanên mezin ji bo bidestxistina hewcedariyên her sal ku derbas dibin. Dema şehadetek pêk tê, ger hûn wate nedin û deh qat li şûna wê tênekoşin, hûn nikarin layiqê bîranîna wan bibin. Hûn ê deh qat zêdetir têbikoşin, an hûn nikarin xwe bidin bexşandin. Dema ku me di 27'ê Adara 1982'an de şehadeta Mazlûm Dogan bihîst, em ne di rewşeke wisa de bûn ku bibe xwedî hêvî. Her tişt ji hêviyê bêpar mabû. Wê demê bersivdan, hêj gelekî dijwartir bû. Lê dîsa jî me yê rêyekê bidîta.

Niha dema ev hemû tên bihîstin û fikirîn, ji mirov çi hewldan tê xwestin? Hûn ê van hemûyan bizanibin. Wekî din hûn nikarin bigihîjin hêza raman û dil. Ev bûyer û rastiyên ku hûn herî zêde îhmal dikin ev in. Heke hûn nikaribin her şehadetê wekî parçeyekî ji me ketiye û bi parçeyekî ku dikare ji wê jiyana nû biafirîne xurt nekin, hûn ê nikaribin bijîn, hûn ê birizin.

Ji bo bîranîna şehîdên xwe yên di vê rêyê de ev bûne qanûna me.

(…)

Ji analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sala 1990'î hatiye berhevkirin