Di operasyona qirkirina siyasî ya li Semsûrê de 2 kes hatin destgîrkirin
Li Semsûrê di serdegirtinên malan de ku ji aliyê jandarmayê pêkhat rêveberê berê yê DBP’ê û mamosteyek ku bi KHK’ê ji kar hatibû derxistin hatin destgîrkirin.
Li Semsûrê di serdegirtinên malan de ku ji aliyê jandarmayê pêkhat rêveberê berê yê DBP’ê û mamosteyek ku bi KHK’ê ji kar hatibû derxistin hatin destgîrkirin.
Serê sibehê li Semsûrê di serdegirtinên malan ya ji aliyê jandarmayê ve pêkhat de 2 kes hatin destgîrkirin. Rêveberê berê yê navçeya Semsûrê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yûsûf Bagirci ji gundê Çix a girêdayî navendê, mamosteyê ku bi rêya Pêşnûmebiryara di Hikmê Qanûn (KHK) de ji kar hatibû derxistin Erdal Çitrik jî di serdegirtina malan a li gundê Mestan ya girêdayî navçeyê hatin destgîrkirin.
Hat zanîn ku her 2 kes rakirine Miduriyeta Emniyetê ya bajarê Semsûrê, lê nehate zanîn bê ka hêceta destgîrkirina wan çi bûye.