'Di Newrozê de em bersivê bidin faşîzma AKP – MHP’ê'
Hevserokatiya KONGRA-GEL got, "Pîrozbahiyên Newrozê divê bibin xebatên referandûm û kampanyaya NA’yê."
Hevserokatiya KONGRA-GEL got, "Pîrozbahiyên Newrozê divê bibin xebatên referandûm û kampanyaya NA’yê."
Hevserokatiya KONGRA-GEL bal bir ser vî tiştî ku Newroza îsal firsendeke dîrokî ye û bang kir divê her kes bi şîara ‘em ê teqez bi ser bikevin’ beşdarî Newrozê bibin. Hevserokatiyê got, “Pîrozbahiyên Newrozê divê bibin xebatên referandûm û kampanyaya NA’yê.”
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL der barê Newrozê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Cejna Newrozê ya sala 2017’an di serî de li Rêber Apo, li hemû şervanên azadiyê, li gelê me yê li çar parçeyan û derveyî welat dijîn, pîroz be. Bi sedema Cejna Newrozê em Heval Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîna wan bin.”
‘JI BO MIROV BERSIVÊ BIDE DEWLETA FAŞÎST, FIRSEND E’
Di dûmahîka axaftinê de ev tişt hatin gotin:
“Newroz a ku bi agirê bedena şehîdên me pîroztir dibe, bi giyanê berxwedêr û coşa ku ava kiriye, her sal bi destpêka biharê re, li ser çalakiyên nava salê bandoreke xwe ya xurt heye.
Ji ber şertên siyasî yên ku em tê de ne, Newroza 2017’an gelekî girîng e. Ji ber ku sala 2017’an saleke wisa ye ku, di vê salê de em ê tifaqa faşîst a Erdoğan-Bahçeli hilweşînin ya ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an li hemberî gelê me şerekî qirêj dan destpêkirin û xwestin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşiya Têkoşîna Azadiyê bigirin. Hevsenga siyasî ya sala 2017’an, li derve û li hundir ji bo Têkoşîna Azadiyê derfeteke guncav ava dike û ji bo eniya faşîst a AKP-MHP’ê jî li derve û hundir tengbûn û hilweşandinê ferz dike.
Ji ber vê jî pîrozbahiyên Newroza 2017’an gelekî girîng e, di warê peyama ku wê gelê me bide firsendeke gelekî mezin e. Firsendek e ku em bersivê bidin dewleta faşîst a ku gund û bajarên me wêran kirin; mirovên me bi saxî şewitandin; bêyî ku bibêjin ev pitik, zarok, jin, kal û pîr e bi komkujiyan xwestin îradeya azadiyê ya gelê me hilweşînin. Ji bo dayîna peyama ku, gelê me li ser piyan e û wê tu carî stûyê xwe xwar neke, divê bi awayê herî xurt em beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.
Pîrozbahiyên Newrozê divê bi cihên ku destûr hatine dayîn, bi sînor nemîne. Li hemû qadan divê gelê me bi giyanê berxwedêr ê Newrozê, bi coş û biryardarî Cejna Newrozê pîroz bike; pîrozbahiyên Newrozê bike xebatên referandûmê û kampanyaya NA’yê.
‘DIVÊ PEYAMEKE XURT WERE DAYÎN’
Gelê me yê ku li Kurdistan, metropol û derveyî welat dijîn, bi coş û beşdariyên xwe yên li pîrozbahiyên Newrozê, divê peyameke xurt bidin hemû hêzên ku ji bo demokrasî û têkoşîna azadiyê li ber xwe didin û ji hemû cîhanê re bibêjin ku em rê nadin faşîzma AKP-MHP’ê. Ji bo ku em peyameke xurt a hilweşandinê bidin kesên ku li ser Serokatî, gelê me û têkoşîna azadiyê planên hilweşandinê dikin, divê em pîrozbahiyên Newrozê û referandûma di 16’ê Nîsanê de bikin firsendeke dîrokî.
Em bangî gelê xwe yê welatparêz û hemû kesên dijî faşîzma AKP-MHP’ê dikin; bi şîara ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ em agirê Newrozê geş bikin û ji faşîzmê re bibêjin’NA’.”