Di êrîşa çeteyên PDK'ê de 2 rojnamevan jî birîndar bûn
Di êrîşa çeteyên PDK’ê de, ku li dijî meşa gelê Xanesorê hat kirin, 2 rojnamevan jî birîndar bûn.
Di êrîşa çeteyên PDK’ê de, ku li dijî meşa gelê Xanesorê hat kirin, 2 rojnamevan jî birîndar bûn.
Rojnamevanên ku îro li Xanesorê meşa gel a ber bi kozikên çeteyên PDK’ê ve dişopandin, dîsa bûn hedefa êrîşan. Di êrîşan de nûçegihanên Çira TV Jînda Asmen û Delîla Axîn ku dixwestin êrîşan tormar bikin, bûn hedefa çeteyan û birîndar bûn.. Asmen ji destê xwe, Delîla jî, ji lingê xwe bi bombeyên gazê birîndar bûn.
Herdu nûçegihan jî rakirin nexweşxaneya Xanesorê û rewşa wan baş e.