Di êrîşa balafirên şer a Tirk a li Bamernê de sivîlek şehîd bû

Di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk a li Herêma Bamernê de ku 2 wesayît kirin hedef, sivîlê bi navê Dilovan Şahîn Omer Keşanî şehîd bû.

Di saetên 16:30’î êvarî de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Hesenpîrkê û Şîrta yên girêdayî Bamernê li du wesayîtên sivîlan xistin. Di encama bomberdûmanê de sivîlek bi navê Dilovan Şahîn Omer Keşanî ku xelkê Batûfa ya girêdayî bajarokê Zaxo şehîd ket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, ciwanê şehîd ketiye 29’ salî ye û balefiran bi qestî ew kirine hedef.

Dema êrîş pêk hat dezgehên ragihandinê yên girêdayî PDK’ê ji bo rastiyê ji xelkê Başûr veşêrin, di nûçeyên xwe diyar kirin ku balafirên şer li wesayîta gerîlayên PKK’ê dane. Lê belê piştî ku raya giştî eşkere kir ku sivîl hatine hedefkirin û şehîd bûne, heman dezgehên çapemeniyê nûçeyên xwe pûç kirin û neçar man ku ragihînin sivîl hatine hedefkirin û şehîd bûne.