Di Doza Nisêbînê de êrîşa li Kurdî

Di Doza Nisêbînê de, roja sêyan Şandeya Dadgehê nîjatperestî kir û nehişt ku bi Kurdî parastin werin kirin. Girtiyan jî peyama berxwedanê dan.

Di doza Nisêbînê de doza 50 kesê ku dema berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirker li Nisêbînê ya Mêrdînê hatibûn girtin dm kir. Malbat dema ku bi Kurdî axivîn polîsan li ser malbatan ferz kirin ku bi Tirkî biaxivin û malbata jî gotin ew bi Tirkî nizanin û axaftina xwe ya bi Kurdî domandin.

Li hêwana dadgehê ji ber ku malbatekî girtiyan nişana serkeftinê kir hêzên çekdar ên dewleta Tirk gefa kuştinê li malbatê xwar.

DADGEH: Ê KU BI KURDÎ BIAXIVE WEKE KU NEAXIVIYE WÊ WERE HESIBANDIN

Piştî ku Dîlber Tanrikulu ji wergêr re got ku axaftina wê rast nayê wergerandin werger got, ‘ez ê wergeriya te nekim, em li hev nakin’ û li ser vê serokê dadgehê got Tirkiya Tanrikulu baş e û dive bi Tirkî axaftina xwe bike. Li ser vê Tanrikulu jî got ew naxwaze bi Tirkî parastina xwe bike, serekê dadgehê jî got, bi vî rengî ew ê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tîne. Tanrikulu got, ‘’Ez dixwazim bi Kurdî parastina xwe bikim. Ez naxwazim mafê xwe yê bêdengmanê bi kar bînim’’ û parastina xwe nekir.

‘TI HÊZ NIKARE VÊ BERXWEDANÊ BIŞKÎNE’

Ferhat Dogru li dadgehê bal kişande ser berxwedana xwerêveberiyê û got, ‘’Li wir gel daxwaza xwerêveberiyê kir û ev rastiya gel e. Hûn ji bo vê jî nikarin gel darizînin lê divê hûn hişmendiya faşîst û rejîma AKP’ê darizînin ku wê demê digot, ‘em ê kevir li ser kevir nehêlin’.

‘DEMA HATIM DESTESER KIRIM ÊŞKENCE KIRIN’

Nurullah Akyuz jî di parastina xwe de got ,’’Min hewlên faşizan ên dewletê ditin. Bi êşkenceyê destê min hate şikandin’ û diyar kir hemû îfade bi darê zorê pê dane îmzekirin.

‘BIRÊZ OCALAN RÊYA AŞTIYÊ NÎŞAN DA’

Akyuz bi berdewamî bal kişande ser ‘pêvajoya çareseriyê’ û got, di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan da ku aştî dikare bibe. Akyuz bal kişande ser nejidilbûna dewletê ya di vê pêvajoyê de û got, ‘’Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk qereqol çêkirin û çek zêde kirin, ev jî nişana wê bû ku ne bi niyeteke baş bûn û haziriyên şer bûn. Dewletê çavnebarî li destkeftiyên Kurdan ên Rojava kir.’’