Di cejnê de çûn serdana gerîla û pêşmergeyan

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sîvîl ên li Kerkûkê, cejna gerîla û pêşmergeyan pîroz kirin. Di serdanê de qala girîngiya kongreya neteweyî hate kirin.

Bi wesîleya Cejna Remezanê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sîvîl çûn serdana gerîla û pêşmergeyan. Li vê derê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê hate dayîn. Li ser navê Tevgera Azadî Hevseroka Kerkûkê Rihan Hemadî û li ser navê fermandariya Kerkûkê ya HPG û YJA-Starê jî Nûxeyla Sîverek û Endamê Rêveberiya Eniya Gel a Demokratîk a Kerkûkê Aram Kerkûkî axivîn. Di daxuyaniya hevpar de qala girîngiya kongreya neteweyî hate kirin.

‘ÇARESERIYA HEMÛ KRÎZÊN LI KURDISTANÊ KONGREYA NETEWEYÎ YE’

Hevseroka Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê Rihan Hemadî cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got xebatên yekîtiya neteweyî wê ji bo Kurdan bibe çareserî.

Hemadî xwest ku ji bo azadî û yekîtiya gelê Kurd ev cejn bila bibe wesîleya pêkhatina kongreya neteweyî û got: “Di heman demê de em dixwazin bibe wesîleya krîzên siyasî, ekonomîk û civakî ên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Em Tevgera Azadî ji hemû partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dixwazin ku bila dev ji berjewendiyên partiya xwe berdin û ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurdistanê têkevin nav hewldanan. Em careke din cejnê li gelê Kurdistanê pîroz dikin.”

‘DIVÊ HER KES JI BO KONGREYA NETEWEYÎ BIXEBITE’

Li ser navê Fermandariya Kerkûkê ya HPG û YJA-Starê jî Nûxeyla Sîverek axivî û got: “Em jî ji mêvanên xwe re dibêjin hûn bi xêr hatine. Ji hatina wan jî em kêfxweş in. Ev serdan ne bi tenê ya cejnê ye. Li gorî me ev serdan aştî û yekîtiya gelê Kurd e. Em dixwazin ev pîrozbahî bibe wesîleya kongreya neteweyî û serfiraziyê. Ji bo ku em ji êrîşên li ser gelê Kurd re bibin bersiv em dixwazin ev cejn bibe wesîleya aştî û yekîtiya gelê Kurd.

Di serî de em cejna gerîllayên HPG û YJA-Starê û pêşmergeyên di kozikên şer de pîroz dikin. Em dizanin ku HPG bêyî ku ferqê têxe navbera ziman, ol, netewe û nîjadê wê li ser esasê neteweya demokratîk û aştiya civakî Başûrê Kurdistanê û gelê Kerkûkê biparêze. Em dixwazin ku ev cejn bibe wesîleya yekîtiya neteweyî. Li ser vî esasî em ji hemû hêzên Kurdan re serkeftinê dixwazin.”