Di çalakiyên gerîlayan de 13 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Xakurkê, Şemzînan, Çelê, Gever û Mêrdînê di çalakiyên gerîlayan de yek jê kontra bi giştî 13 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berxwedana hêzên me ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Xakurka Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Rêhevalên me her bihust axa Xakurkê bi berxwedaneke mezin diparêzin û derbên giran li dagirkeran dixin.

Di 7’ê Tebaxê de hêzên dagirker dema ku xwestine biçin qada Ermûşê, hêzên me li wan dane û li vê derê bi qasî saet û nîvekê şer domiyaye. Di van şeran de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 9 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. 4 hevrêyên me jî heta fîşeka xwe ya dawîn li hemberî dijmin şer kirine û şehîd bûne. Piştî şer hêzên dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wê piştre were eşkerekirin.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKIYEKE SABOTAJÊ LI DAR XISTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.

Di 6’ê Tebaxê saet di 05.00’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker a ku li nêzî Qereqola Bêzelê ya Şemzînana Colemêrgê rê çêdikir, çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker çêkirina rê daye sekinandin.

Di heman rojê de saet di 12.00’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî kontrayên di navbera qereqolên Slort û Xapûşkê ya Şemzînanê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kontrayek hatiye kuştin û kontrayek jî birîndar bûye.

Di 7’ê Tebaxê de saet di 20.50’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Xeregolê ya Çelêya Colemêrgê çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

LI GIRÊ STÛNAYÊ ÇALAKÎ

Di 7’ê Tebaxê de saet di 19.30’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Stûna ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.

LI GEVERÊ ŞER

6’ê Tebaxê li nêzî gundê Tilora Jor û Jêr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li ser agahî dayîna keseke hevkarê dijmin şer di navbera hevrêyek me û dijmin de derketiye. Di vî şerî de hevrêyê me Harûn bi ruhekî fedayî şer kiriye û şehîd bûye. Dewleta Tirk li qadê keseke sivîl weke ku alîkarî daye hevrêyên me êşkce lê kiriye û ev yek bi çapemeniyê re parvkiriye. Ti têkiliya vî kesî bi hevrêyên me re nîne.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/harun_mikdat_small.jpg 

Nasnav: Harûn Delal
Nav û Paşnav: Mikdat Orde
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê û Bav: Şukriye – Mehmet Şah
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gever/ 6’ê Tebaxa 2019

Hevrê Harûn sala 1988’an li navçeya Hênê ya Amedê di nava malbat û derdorekî welatparêz de hatiye dinê. Hevrê Harûn ê di temenê biçûk de polîtîkayên helandin û asîmlasyonê ya li ser gelê Amedê ji nêz ve dibîne, di vî temenî de xwe lêpirsîn dike.Hevrê Harûn ê gihişte wê biryarê têkoşîna li dijî hişmendiya qirker a tim li ser gelê Kurd tê kirin li çiyan dibe, li ser vî bingehî sala 2013’an tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Hevrê Harûn ji roja destpêkê tevlî bûye li ser xeta felsefeya jiyana azad a Rêber Apo xwe pêş xistiye, di demeke kin de gihiştiye rastiya Rêbertî û şehîdan. Hevrê Harûn ê her kêliyê ji bo azadiya gelê Kurd xwe da têkoşînê, li dijî mercên giran jî heta dawî bi vîneke xurt û sekneke bibiryar nîşandaye. Bi sekna xwe ya di nava jiyanê de bi dilnizmî bûye hevrêyeke ku bê heskirin û rêz jêre bê girtin. Hevrê Harûn erkên ku girtiye ser milê xwe li gorî demê bi awayê herî baş bi cih aniye. Heta dawî li ber dijmin serî netewandiye û bi ruhekî fedayî şer kiriye û şehîd bûye.

Di serî de em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Harûn û hemû gelê xwe yên welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin, soz didin emê mîrasê têkoşînê yên hevrêyên me ji bo me hiştin bi serketinê tacîdar bikin.

LI DIJÎ LEŞKERÊN LI MÊRDÎNÊ DERKETIBÛN OPERASYONÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ HATE KIRIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava  Tolhildanê ya Şehîd Meya Mawa û Şehîd Rizgar Gever 2’yê Tebaxê saet 21:00’an li dijî leşkerên li devera Navsera Bagok a Mêrdînê derketibûn opersyonê çalakiyeke ya sabotajê hate kirin. Di vê yekîneya hate hedefkirin de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hevrêyên me yên çalakî kirin bi silametî gihiştin cihên xwe.

LI GEVER Û ÇELÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

7’ê Tebaxê saet 02:00’an balafirên şer ên Tirk devera Gundê Guzê ya girêdayî Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

6’ê Tebaxê saet di navbera 10:00-12:00’an balafirên şer bomb li qontarên Girê Çarçel a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê barandin.

Di  van bomberdûmanan de ti windahiyên hêzên me nîne, li qadê agir bi daristanan ketiye.