Dewleta Tirk operasyona Licê berfireh dike

Li Licê operasyonên qirker ên dewleta Tirk didomin. Diyar bû ku leşker û polîsên ku bi ser gundan de girtin bi taybetî zextê li ser jinan dikin û tacîzî wan dikin. Birayê Ceylan Onkol jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin.

‘Qedexeya derketina derve’ a Licê ya Amedê ku 5’ê Adar êli 18 gundan hatibû ragihandin berdewam dike. Operasyona ku bi tevlêbûna 10 hezar leşker, polîs, cerdevan destpê kirî, ji bilî gundên ku hatibû ragihandin li gundên Xweylîn, Tilê, Dizdeynê jî berbelav bû.

Tê gotin bi ser gundên Karahasa, Kalî, Delvan, Mûla ,Yenîşehîr, Mumînaga, Saarê de girtine û ji duh ve li malan digerin, heta nih 24 kes hatin binçavkirin. Nayê zanîn bê ka 24 kes birine kûderê.

Her wiha birayê Ceylan Onkol a ku 2009’an di 12 saliya xwe de ji hêla dewletê ve hatibû kuştin, Ferhat Onkol jî hate binçavkirin.

BI TAYBETÎ JIN DI HEDEFÊ DE NE

Polîs û leşkeran bi wesayitên zirxî gund dorpêç kirin, nahêlin ku zarok jî derkevin derve. Balkêş e ku leşker û polîsên bi ser gundan de digirin bi taybetî zextê li ser jinan dikin û wan tacîz dikin.

Li qadên bejahiyê yên gundan operasyon berdewam dikein. Diyar bû ku leşkeran çûn û hatina gundên Derkan û Debayê bi xendekan girtiye.