Dewleta Tirk li şehbayê paqijiya etnîk dike
Tevgera Tirkiyeyê ya bi mebesta Kurdan ji Şehbayê bike û avaniya wê ya demografîk biguherîne berdewam dike.
Tevgera Tirkiyeyê ya bi mebesta Kurdan ji Şehbayê bike û avaniya wê ya demografîk biguherîne berdewam dike.
Tevgera Tirkiyê ya bi mebesta ku ji Şehbayê Kurdan derxîne û avaniya wê ya demografîk biguherîne berdewam e. Tirkiye beriya bi rojekê diyar kir ku wan tevgera dagirkirinê ya bi navê ‘Mertala Firatê’ bidawî kirine lê heman rojê malbatên ku ji Humusê anîbûn li Şehbayê bi cih û war kirin.
Tirkiye 24’ê Tebaxa 2016’an Cerablûs jî dagir kir. Piştre berê xwe da Raî, Ezaz û Exterîrê û Soran, herî dawî jî Babê. Tirkiyê dema ku ev navend dagir dikir hedefa wê ya sereke jî herêma Şehbayê bû; 217 gundên li wê herêmê. Di dema tevgera dagirkirinê de ji 217 gundên Kurdan nêzî 50 jê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve û çeteyên bi ser ve hatin kavilkirin û şewitandin, dest li ser milk û malê wan hate danîn. Van gundan ji Raiyê dest pê kirin ta bi Mareayê û ji ir jî ta bi Babê belav dibin. Di nav wan gundan de ku hatin talankirin Raî, Duydan, Gidrîş, Til Şehir, Karagoz, Twîs, Şava, Şiverîn, Belûniyê, Til Cican, Til Circir, Qibbesin, Şêx Nasir, Hawar Kilîs, Yazibag, Sosinbat, Karakopru, Karamezra jî hene.
Plansaziya artêşa Tirk û çeteyên pê ve girêdayî ya li ser gundên ku dane valakirin û dest li ser mal û milkê wan hatiye danîn jî ew e ku ji Dogu Turmenîstanê ya di navbera Til Afer, Tirkmendagi û DAIŞ, Sultan Murad û Lîva El Hemza de malbatan bîne û bi cih bike. Di dema êrîşa Tirk û çeteyên wan de ev gav hatin avêtin lê niha vê pêvajoyê zêdetir dixebitînin.
Piştî ku li ser Heleb û Babê bi Rûsya re li hev kir û çeteyên ku ji Helbê birin Idlîbê û hin malbat birin Cerablûs, Raî, Ezazê. Di demên dawî de bi peymanên li ser Hama û Hûmusê gaveke nû û cudatir avêt. Tirkiye her carê bi komên girêdayî xwe hewl da ku vê pêk bîe.
Beriya niha bi Asîfet Şîmal, Fatîh Sultan Mehmed, Kanûnî Sultan Suleyman, Sultan Murad, Kanûnînin Torunları, Sulta Abdulhamît, Tirkmenên 1. û 2. ên peravê ev plan pêk dianî. Niha jî bi komên nû ku navên wan nehatine bihîstin van dike.
ÇETEYÊ NÛ: SULEYMAN ŞAH
Koma çete ya bi navê Lîva Suleyman Şah a Tirkiyê duh ragihand ku li Şehbayê an dest bi guherîna demografîk kirine, diyar kir ku li şûna Kurdên ku ji gund û warên wan hatine kirin malbatên ji Humus Waarê bi cih kirine. Di danezana koma çete de wiha tê gotin: ‘’ Beriya niha ji Sosinbat û Qibbesinê ku nêzî PKK’ê bûn malbat hatin derxistin. Li şûna van malbatan 60 malbatên ji Waarê hatine bicihkirin.’’
Di danezanê de tê gotin wê Kurdan ji herêmê derxînin. Jixwe hazirî têne kirin ku di rojên pêş de çeteyan û malbatên wan li Numan û Qubbeşêx bi cih bikin.
Ev danezan delîla nivîskî ya dewleta Tirk û çeteyên wê ye ku bi avaniya demografîk a Şehbayê bilîzin. Li gorî danezanê ev plan wê bi awayekî sîstematîk were berdewamkirin. Ev jî nîşana wê ye ku wê êrîşê bînin ser herêmên di jêr kontrola Artêşa Şoreşger û QSD’ê de. Hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê tevahiya Şehbayê ye.
ÊRÎŞ JI BO VÊ BÛN
Hesabên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehbayê ne yên îro ne. Beriya niha jî komên çete yên Kurd bi kar anîbûn. Rojên dawî komeke nû ya bi navê Tevgera Azadî ragihandin. Li ser navê vê komê hevpeyvînek dane rojnameya El Arap Kudus bi navê Cuma Efrîn. Cuma Efrîn hişkere dike ku li pişt an ENKS, Tirkiye û Barzanî heye. Roja ku hate ragihandin tevgera dagirker a bi navê Mertala Firatê qediyaye, provaya êrîşên sibrojê bi êrîşên li ser Sed Şehba, Til Rifat, Meraanaz, Ayn Dekne dest pê kir.