Dewleta Tirk sivîlên ku diçûn giya komkirinê bombe kir

Welatiyên ku li derdorî Çiyayê Şekîf a dikeve herêma Lolan a Başûrê Kurdistanê ji bo giya kom bikin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin, hate ragihandin ku birîndar hene.

Li gorî aghaiyên ji herêmê hatin girtin, dewleta Tirk carekî din sivîl li Başûrê Kurdistanê kirin hedef.

Sivîlên ku li derdorî Çiyayê Şekîf çûbûn giyakomkirinê bûn hedefa obus û hewanên artêşa Tirk.

Hate ragihandin ku di êrîşê de hinek sivîl birîndar bûne, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin girtin.

Hate diyarkirin ku gelek kesên ji gundên derdor bi dirûşmên li dijî dewleta Tirk ber bi cihê bûyerê çûne, dixwazin sivîlan ji herêmê derxînin.

Di hefteyên dawî de dewleta Tirk sivîlan tim dike hedef. 26’ê Tîrmehê balafirên şer li gundê Hesepirê ya herêma Bamernê ya Amêdiyê bombe du wesayîtan barandibû û 2 sivîl hatibûn qetilkirin.

22’yê Tîrmehê Koma Aştiyê ya Xiristiyan ragihandibû ku ji 15’ê Hezîranê êrîşên dewleta Tirk a li ser Heftanînê heta niha herî kêm 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, ji serê salê û vir ve jî 15 kes hatine qetilkirin. 26’ê Tîrmehê jî di êrîşa pêk hat û sivîl hatibûn qetilkirin. Ji 15’ê Hezîranê û vir ve 9 sivîl hatine qetilkirin.

CPT- Kurdistan (Christian Peacemaker Teams-CPT) diyar kir ku ji Tebaxa sala 2015’ê û vir ve di êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û vir ve 85 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 95 jî birîndar bûne.