'Desthilatdarî dixwaze ragihandinek yekdeng biafirîne'

Hevserokê DFG'ê Serdar Altan bal kişand ser rewşa rojnamevaniyê ya li Tirkiyeyê û got, "Bi zext û zordariyê dixwaze raya giştî ji nûçe, bûyer û rageşiyên li welat bêpar bihêle. Deshilatdarî dixwaze çapemeniyek yek rêz û yek deng ava bike."

Li Kurdistan û Tirkiyeyê zextên li ser rojnamevanan roj bi roj zêde dibin. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, zext û zordariya li ser rojnamevanan û rewşa çapemeniya navendî ya Tirkiyeyê nirxand.

'ÇAPEMENIYEK YEKRÊZ Û YEK DENG'

Hevserokê DFG'ê Serdar Altan anî ziman ku li Tirkiyeyê rewşa rojnamevaniyê mîna tabloyeke reş e û got, "Dema ku mirov li rewşa Tirkiyeyê dinêre, ev tabloya reş bi carekê li ber çavê mirovan dikeve. Hikûmet ji bo ku dengê civakê û rastiyê bibire serî li hemû rê û rêbazan dide. Bi taybet di dema desthilatdariya AKP’ê de ev yek ji xwe re kirin armanc, vê armaca xwe dem bi dem tînin ziman û dixin piratîkê. Berî çar salan wextê Rewşa Awarte hate îlankirin, çapemeniya Kurd û muxalîf yekser ji holê rakirin û hemû saziyên ji rastiyê tewîz nadin deriyê wan mohr kirin. Deshilatdarî dixwaze çapemeniyek yekrêz û yekdeng ava bike. Her wiha bi vê yekê dixwazin raya giştî ji nûçe, bûyer û rageşiyên li welat bê agahî bimîne û ji rastiyan bêpar bimîne. Ji bo vê yekê dixebite û zextê li xebatkarên çapemeniya azad dikin."

'DIXWAZIN ROJNAMEVANAN BÊDENG BIKIN'

Altan da zanîn ku bi sedan rojnamevanên ji rastiyan tewîzê nadin di girtîgehan de ne û wiha pê de çû: "Dîsan gelek rojnamevan her roj tên destgîrkirin û tên darizandin. Rojnamevanên li girtîgehan bi awayek bê sûç têne dîl girtin. Armanc tenê civak ji rastiyan bêpar bimîne ye. Her wiha rojnamevanên ji derve re dixebitin jî rastî zext û zordariyê tên. Di her mehê de em weke komele raporên xwe ji raya giştî re eşkere dikin û her meh jî hejmara rojnamevanên girtî û tên destgîrkirin zêde dibe. Berî çend rojan doza rojnamevan Azîz Orûç hebû, mixabin hempîşeyê me nehat berdan. Bi taybetî ez dixwazim balê bikêşim ser zextên li Kurdistanê. Li Tirkiyeyê jî zext li ser rojnamevanan hene lê mixabin ev yek li Kurdistanê cudatire. Her wexta ku li dijî siyasetê operasyonek tê li darxistin, teqez ji vê yekê rojnamevan jî para xwe digirin. Armanca xwe bi vê yekê dixwazin pêk bînin. Ev jî zordariyek sîstematîk e. Daxwaz bêdengkirina rojnamevanan e. Li Tirkiyeyê hiqûq di destê desthiladariyê de weke pêlîstikekê ye. Em jî dibêjin rojnamevanî ne sûce."

'DESHILATDARÎ WEŞANGERIYEK RASTÎN NAXWAZE'

Altan bilêv kir ku li Tirkiyeyê karê rojnamevaniyê weke sûc tê dîtin û ev tişt got: "Hikumet dixwaze weke saziyên girêdayî xwe hemû çapemeniyê jî bi xwe ve girê bide. Li Tirkiyeyê nêzî 600-700 qenalên televziyonê hene û li ser peykê weşanê dikin, ji sedê 98 tevahî yên AKP’ê ne û propaxandaya AKP’ê dikin. Mirov dikare bibêje çend qenalê cûda hene ku nêrîna wan cûdaye lê RTUK her çendîn rojan cezayê pere li wan dibire û dixwaze dengê wan jî bibire. Deshiltdarî naxwaze weşangeriyek nû û rastin bê kirin."

'JI DERVEYÎ RÊGEZÊN RAGIHANDINÊ YE'

Altan bal kişan li ser rewşa çapemeniya alîgirê desthilatdariyê jî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Çapemeniya hewûzê û dezgên taybet bê exlaqiyek herî mezin dikin. Bi xwe ev yek eşkere kirin û gotin, em naxwazin muxalîfan derxin ekranên xwe. Ev yek bê axlaqiye. Ji serê sibê heta saetên direng yê şevê muxaleftê nîqaş dikin û lê mixabin ti siyasetmedarên muxalîf li ekranê ne mêvane. Mînak, ev yek bi HDP’ê kirin û li xwe mikûr hatin û gotin, em HDP’iyan dernaxin. Sîstemek wiha hatiye avakirin ku hewce nake ku dewlet zextê li wan bike, ew bi xwe êdî bûne maşeyekî dewletê. Di ekranên hewûzê de her kes bi peywirdare û wê kî çî bibêje û çi binirxîne diyare. Her wiha wê kî derxînin ekranê û wê kijan mijaran binirxînin. Ev nêzîkatî ji derveyî etîkên ragihandinê ne. Karê çapemeniyê karekî pîroz e, ti mînakên li Tirkiyeyê li ti welatên dinyayê tineye."