Derbarê rêveberê MHP’ê yê heqaret li HDP’yiyan kiribû gilî hate kirin

Oner Yîgît ê li Wanê derbarê Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin ê ku gotibû ‘PKK/HDP divê werin qetilkirin’ giliyê sûc kir.

Serokê faşîst ê MHP’ê Devlet Bahçelî derbarê HDP’ê gotibû ku divê were girtin. Nerazîbûna li hemberî Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin ê ku gotibû ‘PKK/HDP kêzikên wisa ne ku divê werin qetilkirin’ jî zêde dibe.

Li hemberî Yalçin ê ku diyar dike ku divê Kurd werin qirkirin, li Wanê kesekî bi navê Oner Yîgît giliyê sûc kir.

Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku Yalçin heqaret li beşeke civakê kiriye û ji ber ku sûc kiriye divê ceza were lêbirîn.

Oner Yîgît giliyê sûc li Dozgeriya Komarê ya Wanê kir û di serlêdana xwe de ev tişt got, “Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku HDP û kesên deng dane HDP’ê kiribû hedef, Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin jî li ser twîtterê heqaretên bi kîn û nefret kiriye. Ev gotinên ku komên civakî yên cihê biçûk dixe, xisarê dide welat. Ji ber vê jî di çarçoveya qanûnan de ez dixwazim ceza li Edîp Semîh Yalçin were birîn”.