Dema yek bin serketî dibin

Rojên ku hêzên Kurdî yek bûn, li heman eniyan li ber xwe didan, serkeftin û destkeftiyên gelê Kurd hê zêdetir bûn.

Berî niha bi 5 salan li ser daxwaza SerokêHikûmeta Herêma Kurdistanê yê demê Mesûd Barzanî hêzên gerîlayên PKK’ê li Kerkûkê mil bi mil li eniyên şer li gel Pêşmergeyan cihên xwe girtin û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin û serketineke mezin bidest xistin.Rola gerîla ya ji bo perwerdekirina hêzên pêşmerge û rêxistinkirina gelê navçeyê.

Piştî sala 2003’an a êrîşên DYE’yê ya li ser Iraqê û şûn de bajarê Kerkûk û çend navçeyên din di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê ya sala 2005’an hate erêkirin, Kerkûk û çend navçeyên din weke herêmên ser sînor û bi nakok hatin pejirandin. Li gorî madeya 140’î ya Destûra Iraqê divê ev navçe û bajarên dikevin herêmên bi nakok divê bi referandûmê çarenûsa wan bê çareserkirin. Her çendê demê wê madeyê li ser rê jî derbas bûye lê heta niha nehatiye bicihanîn.

Mijara Kerkûkê bûye mijara siyasî û ewlekariyê ya navbera aliyên siyasî bi taybet li başûrê Kerkûkê.Di dema rejîma Baasê de ya sala 1980’yî hata rûxandina rejîmê ev navçe bûne herêmên Erebkirinê. Bi taybet başûrê Kerkûkê piştî hilweşîna rejîma Baasê û şûnde bûye cihên xeternak ên Baasiyên kevin ên rêxistinên îslamiyên radîkal. Ji roja hilweşandina rejîma Baasê û vir ve ev herêm bûne cihên xwe ragirtinê yên îslamiyên redîkal û êrîşî Kerkûkê dikin.

Ji sala 2003 heta 2013’an çend rêxistinên terorîstî yên bi navê El Qaîde, Telîban, Ansar Îslam û Wehabeye radîkal li başûrê Kerkûkê êrîşî navenda Kerkûkê dikirin. Du encama van êrîşan de bi sedan welatiyên sivîl bûne qûrbanî. Van komên tundraw bi şêwazên serbirîn û kiryarên dijmirovahî li herêmê tirs xistine nava dilên welatiyan. Bi piştevaniya dewleta Tirk van komên çete kontol li bajarê Kerkûk, Telehfer, Hewîce û beşeke mezin a Mûsilê dikirin.

Di destpêka serhildanên gelan a dawiya 2011’an de ewilê li Tûnûs piştre weke ‘Bihara Ereban’ hate binavkirin, piştre belavî Misir, Lîbya û Sûriye jî girte nava xwe. Ev serhildanên gelan li dijî welatên bi şêwazê dîktatorî dihatin birêvebirin bûn. Ev şerê navxweyî bingehê ji bo komên redîkal ên tundraw da çêkirin. Komên Îslamî yên redîkal bi piştevaniya dewleta Tirk li Iraq û Şamê xwe bi rêxistin kir û piştre bû sedema ragihandina koma çete yên DAÎŞ’ê. 9’ê Nîsana 2013’an serokê rêxistina terorîst a El Qaîde damezirandina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ragihand.Di demek kin de bi taybet bi piştevaniya dewleta Tirk û çend welatên Erebî xwe komî serhev bike û çend bajarên mezin ên Iraq û dîsa bajarê Reqa, Dêra Zor ên Sûriyeyê dagir bike. 10’ê Hezîrana 2013’an karî bajarê Mûsilê yê bajarê duyemîn ê Iraqê ye dagir bike. Piştre jî hêzên Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) Şengal berda û jin û zarok jî di nav de zêdetirî 7 hezar welatiyên Êzidî hatin revandin û bi hezaran kes jî hatin qetilkirin.

HER BI PÊŞ VE DIHAT METIRSIYA LI SER KURDISTANÊ ZÊDE DIBÛ

Her ku êrîşên DAÎŞ’ê yên li Iraqê zêde dibû metirsî jî zêdetir dibû. 6’ê Tebaxê çeteyên DAÎŞ’ê xwe gihandin çiyayên Hemrîn, Hewîce, başûrê Kerkûk û Mexmûrê. Her ku qad dihatin dagirkirin û DAÎŞ pêş ve dihatin metirsiya li ser Kurdistanê jî zêdetir dibû. Xelkên herêmê ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê ya li Şengalê kirî fikarên wan zêdetir dibûn.

DAÎŞ’ê hemû netew, ol û netewe dikirin hedefa xwe. Kerkûk jî bajarekî pir netewî û olî bû ji bo wê DAÎŞ’ê berê xwe dabû wê herêmê. Dema ku Kerkûk biketiba destê DAÎŞ’ê wê karesatên mîna Şengalê li wir jî bihata kirin.

‘MESÛD BARZANÎ BANG LI GERÎLA KIR KU LI GEL PÊŞMERGEYAN CIH BIGIRE’

DAÎŞ heta gihişte Mexmûr û başûrê Kerkûkê bê ku rastî astengî û berxwedanekê bê herêm dagir kirin. Ev jî bi xwe re metirsiyên dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve anî. Ji bo wê hêzên Pêşmergeyan li dijî DAÎŞ’ê sekinî û ketin eniyan, lê diyar bû ku Pêşmerge bi tenê nikarin bergiriyê bikin. Ji bo vê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê demê Mesûd Barzanî bi fermî daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) kir ku gerîlayan bişînin mil bi milên Pêşmergeyan li dijî DAÎŞ’ê şer bikin. Ji xwe berî vê daxwaza Mesûd Barzanî komeke biçûk a gerîla ji 12 kesî pêk dihat li Şengalê li dijî DAÎŞ’ê berxwedanek mezin kiribû û bi hezaran kes rizgar kiribû.

Li ser vê Fermandarê Biryargeha Navenda Hêzên Parastina Gel Mûrat Karayilan daxuyaniyek da û got: “ Ji bo parastina gelê xwe yên li Başûrê Kurdistan em hêzên xwe yên gerîla dişînin Başûrê Kurdistanê.” 8’ê Tebaxa 2014’an koma yekem a gerîla gihiştin Kerkûkê. Dema gerîla ketin rê ji Sengeser bigire heta Ranya, Silêmanî, Tekye û Çemçemal welatiyan pêşwaziyeke mezin li gerîla kirin û dirûşmên ‘Bijî gerîla’, ‘Biî yekîtiya netewî’ û ‘Bijî PKK’ qîr kirin. Li beramberî van dirûşman jî gerîla dirûşmên ‘şer şer ji bo azadî şer’ û ‘ Em gerîlayên çar parçeyên Kurdistanê ne’ qîrkirin. Bi gihiştina gerîla ya Kerkûkê re hêzên xwe li gelek eniyên Kerkûkê li gel Pêşmergeyan bi cih kirin.

ROLA GERÎLA YA LI KERKÛK

Beşek gerîla li nava balafirgeha Kerkûkê hatin bicihkirin, ji bo her êrîşeke nava Kerkûkê bikarin di zûtirîn dem de xwe bigihînin cihê bûyerê û mudaxele bikin.

GERÎLA PÊŞÎ LI QIRKIRINA KAKAYIYAN GIRT

Beşek din a gerîla jî li gundê Metar a girêdayî bajarokê Daquq pêşberî gund Wehde ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkirin. Gundê Wehdê 400 metre dûr bû ji rêya giştî ya navbera Kerkûk-Bexda. Wê demê metirsî hemû ku DAÎŞ rêya Kerkûk-Bexda kontrol bike. Li gundên derdora Daquq jîngehên welatiyên Kakayî bûn. Fikar hebûn ku DAÎŞ êrîşî van gundan bikin û qirkirinek mîna Şengalê bi serê Kakayiyan jî bîne. Li vir hêzên gerîla pêşî li DAÎŞ’ê girt ku komkujiyek bi ser civaka Kakayî neîne. Dîsa rêgirtina ku DAÎŞ rêya Bexda-Kerkûk kontrol neke û piştgirî bide hêzên Pêşmerge.

Gerîla li Kerkûkê li gel hêzên Pêşmerge ji başûrê rojavayê Kerkûkê heta bajarokê Daquqê hêzên xwe bi cih kirin û li gel Pêşmerge di heman eniyê de cihgirtin. Li vir Fermandarê hêzên gerîla Egîd Kelar her roj li gel hêzên Pêşmerge bû ji bo her êrîşekê amade ne ku gerîla li dijî DAÎŞ’ê şer bike.

Rewş Kerkûkê wisa bû ku tenê bi erka xweparastinê ya hêzên Kurdî dibû. Hêzên gerîla hêzekî pispor û xwedî ezmûn bû. Gerîla li gelek eniyan şerkiribûn û xwedî ezmîneke ya çekên qenas û gelek cûreyên din bû. Dama ku hêzên Pêşmerge jî gerîla li gel hev bû moralên wan jî pir baş dibûn û bi taybet dema dibînin gerîlayên jin şer dikin hê zêdetir hêz digirin û girîngî zêdetir bide keçên Kurd.

GERÎLA GEL FÊRÎ XWEPARASTINÊ DIKIR

Hêza gerîla ne tenê hêzeke şerker bû, heman demê hêzek bû ku hewil dide gelê herêmê fêrî xweparastinê bike. Bi dirêjahiya çar salên ku gerîla li Kerkûkê bû, hemû gel û bi taybetî şêniyên gundewarê Kakeyî û Daquqî perwerde kirin da ku di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de bikaribin parastina xwe bikin. Her wiha di hêla siyasî û civakî de hertim gel hişiyar dikirin.

DEMA YEK BIN SERKEFTÎ DIBIN

Hêzên gerîla derveyî ku gel fêrî xweparastinê dikir, weke hêzekê pispor û bi ezmûn di perwerde kirina hêzên Pêşmerge, xurtkirina cesareta wan û nasandina şêwazê bikaranîna çekên cuda de xwedî roleke girîng bûn. Ev yek dihişt ku di navbera refên gerîla û pêşmergeyan de pêywendiyeke germ û xweş çêbibe. Ji ber vê hertim hêzên gerîla û pêşmerge piştê her şer û serkevtinê destê hev digirtin, sembola serkevtinê bilind dikirin û wêne digirtin û digotin: “bila ev wêneye derbasê dîrokê be ku nîşan dide dema em yekgirtî bin me serkevtin bi dest xist.”

XWÎNA GERÎLA Û PÊŞMERGE BÛYE YEK

Bi vî awayî hêzên gerîla li gel hêzên pêşmerge û yên ewlekariyê li Kerkûkê bi dirêjahiya ev dema ku ji bo parastina vê bajarê man de şehîd û birîndar dan. Pir caran xwîna gerîla û pêşmerge tevlê yek bû û bi hev re serkevtinên mezin ji bo gel bi dest xistin. Hêzên gerîla, di vê dema ku ji bo parastina Kerkûkê mabû de bi ti awayî ferq nexiste navbera neteweyan û zayendperestî nekir, ji ber ku hertim bi hişmendiyeke vekirî û demokratîk, hemû netewe û bawreriyên ku li Kerkûk dijîn hembêz dikir.

VEKIŞÎNA GERÎLA YA JI KERKÛKÊ

Hêzên gerîla heta dema referandomê bi qasê 4 salan li Kerkûkê man û piştre di roja 16’ê Tebaxa 2017’an hêzên Iraqê careke din vegeriyane Kerkûkê. Vê çaxê hêza gerîla xwe ji bo hemû cûre îhtîmalê amadekiribû lê belê ti hêzekê Başûrê Kurdistanê xwe neda ji bo bi gerîlayan re li Kerkûkê bimînin, lewre vekişiyan. Piştê şerê du rojan hêzên gerîla piştî hemû hêzên din di roja 17’ê Cotmehê ji Kerkûkê vekêşiyan.