Debara malbata xwe bi xwedîkirina sewalan pêk tîne

Li Wanê ku yek ji bajarên herî zêde ji ber krîza aborî bandor bûye, zehmetiya wê ya herî mezin jin dijîn.

Krîza aborî ya kûr a li Tirkiyeyê berdewam dike, bandorê li piraniya welatiyan dike. Ji ber krîza aborî bi sed hezaran kargeh hatin girtin û bi milyonan kes bêkar man. Ji sala 2022’yan ve Wan, Colemêrg, Bedlîs û Agirî di nav bajarên herî xizan de ne. Jin di nava beşên ku herî zêde ji krîza aborî bandor bûne de ne.

Saîme Erbîl û malbata wê ya ku 2 sal berê ji navçeya Serayê derbasî Taxa Bostaniçi ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dibe, li dijî krîza aborî û bêkariyê debara xwe bi xwedîkirina sewalan pêk tîne. 

LI 11 ENDAMÊ MALBATÊ DINÊRE

Saîme Erbîl anî ziman ku, li navenda bajarê Wanê ew ji bo debara xwe sewalan xwedî dikin û got ku ew bi 5 dewarên xwe hewl dide debara xwe bike. Erbîl da zanîn ku hevjîn û zarokên wê bêkar in û got, “Kar tine ye, zarok bêkar in. Em dewaran xwedî dikin, şîrê wan difiroşin. Penîrê ku em bi şîr çêdikin difiroşin. Berê em li gund bûn, ji ber xezûrê min, xesûya min û keça min nexweş bûn, em hatin vir. Karsaziya sewalvaniyê pir zehmet e û hewldanek mezin dixwaze. Em hewl didin debara xwe bi xwedîkirina van sewalan pêdiviyên 11 endamên malbatê pêk bînin." 

LI BAJAR JIYAN GELEK ZEHMET E

Erbîl da zanîn ku ew hewl didin ji her tiştê sewalan sûdê bigirin û wiha got: “Zibilê zivistanê ya sewalan em niha berhev dikin. Em hinek ji bo sobê, zivistana bê radikin yê din jî davêjim baxçeya ku min çandî. Em wan xwedî dikin, ew jî me xwedî dikin. Dema ku sewal baş bên xwedîkirin, berhemên baş mmirov dikare ji wan bigire. Ev karê me ye. Ger em vê nekin, em nikarin xwe xwedî bikin. Ji dema em ji gund hatine heta niha em wiha dijîn. Jiyana li bajêr pir zehmet e, êdî tiştek nayê kirîn. Ger em nexebitin em nikarin bijîn. Krîz hatiye û êdî kes nikare debara xwe bike. Jiyan berê xweş bû. Em diçûn zozanên gundên xwe, pezê me hebûn. Em li hespan siwar dibûn, jiyan pir xweş bû. Lê niha em dikarin li vir tenê li çend dewaran binêrin. Û em hewl didin ku bi saya van sewalan bijîn."