DBP'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir

DBP'ê piştî civîna Meclîsa Partiyê, endamên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî diyar kir.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), piştî kongreya xwe ya 4. a asayî ku li Enqereyê pêk anî, duh li Amedê meclîsa xwe ya partiyê civand û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê, ku piştî civîna Meclîsa Partiyê hate ragihandin, ev in:

Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Hacer Ozdemîr

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpiryar Berat Bîrtek

Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Akademiyan Berpirsyar Seher Tumer

Endama Desteya Rêveberiya Navendî Hediye Kilinç

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî Mehmet Şîrîn Tûnç

Endama Desteya Rêveberiya Navendî Gulum Bayram

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî Zekî Baran

Endama Desteya Rêveberiya Navendî Meryem Yildiz

Hesabgirê Giştî Hasan Vûral

Berdevka Meclîsa Jinan Gûrbet Çakar