Dayikên Aştiyê ji bo Ocalan li ser piyan e

Dayikên Aştiyê, ku li hemberî zilma li gelê Kurd tê kirin ti carî bêdeng neman, wê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan dane destpêkirin bi rengekî cuda bidomînin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê, ku di her serdema zor û zehmet de her li pêş in, hemû çalakiyên xwe bi ser dixîne. Dayikên Aştiyê ku bi tecrûbeya bi salan tevdigerin, tevî emrê xwe yê dirêj jî pêşengiyê ji çalakiyên; meşên dirêj, nobed û greva birçîbûnê re dikin. Dayikên Aştiyê herî dawî li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rayedaran re rûniştin, lê ji ber ku encam negirtin dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên Aştiyê yên li Amedê rojên Pêncşem, În û Şemiyê di greva birçîbûnê de bûn. Dayikên ku emrê wan zêdeyî 60 salî ye, ligel pirsgirêkên tenduristiyê jî ketin greva birçîbûnê.

Dayikên Aştiyê diyar kirin, ku wan bi greva birçîbûnê dest bi çalakiyên xwe kirine û heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên xwe bidomînin.

'ÇALAKIYÊN ME WÊ DEWAM BIKIN'

Ji Dayikên Aştiyê Gulîstan Erek bi bîr xist ku ev du sal in ew nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin û ji ber ku destûr nayê dayin malbat û parêzer wî bibînin, ew bi fikar in.

Erek destnîşan kir, ku edalet li Tirkiyeyê nîne û diyar kir, rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan ji bo gelê Kurd gelekî hesas e û zarokên wan ên li girtîgehê jî ji ber vê yekê ketine greva birçîbûnê.

Erek anî ziman, ji bo aştiyeke mayinde divê hevdîtin bi Ocalan re were kirin û got, "Bila êdî kes nemire. Bila kezeba ti dayikê neşewite. Rondikên hemû dayikan weke hev in. Bila aştî pêk were. Heta ku Rêber Apo were berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo Birêz Ocalan em ketin greva birçîbûnê. Ji bo hîn bêhtir mirov nemirin em ketin grevê. Em îro vê çalakiya xwe diqedînin, lê belê wê çalakiyên me dewam bikin. Bang li gelê Kurd dikim. Em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Heta ku agahiyeke erênî jê bigirin, em çalakiyên xwe bidomînin."

DAYIK Û KUR BI HEV RE DI GREVÊ DE NE

Hizna Çetîn a kete greva birçîbûnê anî ziman, ku kurê wê Cemal Çetîn ê li Girtîgeha Elezîzê ye bi heman armancê ketiye greva birçîbûnê. Çetîn diyar kir ku ji bo aştî pêk were, zarokên wan ji girtîgehê derkevin ew ketiye greva birçîbûnê û got, "Bila êdî ciwanên Kurd û Tirk nemirin."

Çetîn fikarên xwe yên li ser ewlekariya jiyana Ocalan anî ziman û got, "Li Kurdistanê şer heye. Her roj ciwan dimirin. Yekane kesê ku karibe rijandina xwînê bisekinîne Rêber Apo ye. Bila dewlet Rêberê me berde û aştiyeke mayinde pêk were."

EM Ê BÊDENG NEMÎNIN

Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê Hanim Atli ya 60 salî ye. Atli diyar kir ku gelê Kurd ji bo Ocalan rabûye ser piyan û destnîşan kir ku ev mesele ne meseleyeke bê îstîsmarkirin. Atli pirsa "Çima Rêberê me tecrîd dikin?" kir û nerazîbûn nîşanî welatên Ewropayê da ku li pêşberî tecrîdê bêdeng in. Atli da zanîn ku Ocalan rêberê gelê Kurd e û got, "Rêberê Gelê Kurd ji bilî pêkanîna aştiyê tiştekî din nekiriye. Ji Kurdan û Rêberê Kurdan çi dixwazin? Bajarên Kurdan xerakirin, ciwanên Kurdan kuştin. Niha jî bi tecrîda li ser Rêberê Kurdan re hewl didin me terbiye bikin. Eger li Tirkiyeyê mafên mirovan hebûya, ev rewş wê nehatibûya qebûlkirin û Rêberê me bihata berdan. Çi dibe bila bibe em ê li pêşberî rewşa Rêberê xwe bêdeng nemînin. Greva me ya birçîbûnê diqede, lê em ê çalakiyên xwe bidomînin."